
Ji ber belavkirina berhemên xwe cezayê girtîgehê lê hat birîn
- 15:45 27 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Îlham Muîn ku dîzaynera cil û bergên şano û sînemayê ye, ragihand ku 9 meh û nîv cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Jina bi navê Îlham Muîn ku dîzaynera cil û bergên şano û sînemayê ye, li ser malpera xwe ya tora civakî bi peyamekê ragihand ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Îlham Muîn got ku ji ber giliyê polîsên Asayîşa Exlaqî yên Tahranê, bi tometa berhemanîn û belavkirinên torên civakî, dadgeha Aştî û Civakî ya Dadwerî ya Exlaqî, 9 meh cezayê girtîgehê lê biriye.
Herwiha Îlham got ku li rexa vî cezayî, biryar hatiye dayîn ku hesabê wê ya Instagramê jî were sîlkirin.
Îlham Muîn di peyama xwe de got; “Cara ewil di Nîsana 2025’an de li ser bingeha raporek polîsên Asayîşa Exlaqî yên Tahranê gilî limin hatiye kirin. 12 salin ez bivî karî re mijûl im, niha ev cezayê lihemberî min hatî kirin, bêrêziyek mezin e.”