Ji bo jiyana komunal mezin bikin di mîhrîcanê de hatin gel hev
- 09:03 20 Hezîran 2026
- Çand û Huner
AMED - Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Berîvan Îgîn ku tevli 1'emîn Hevdîtina Çand û Sporê ya Ciwanan a Peyasê ku sê rojan berdewam kir bû, diyar kir ku hedefa wan ev e ku çanda piştevanî û jiyana komunal mezinbikin.
Ji aliyê Şaredariya Peyasê ya Amedê ve Yekemîn Hevdîtina Çand û Sporê ya Ciwanan pêk hat û gelek ciwan tevli bûn. Bernameya ku sê rojan berdewam kir, ciwanan têkoşîna hevpar nîqaş kirin. Çarçoveya mîhrîcanê de konser, atolye, aktîvîteyên sportîf û forum pêk hatin. Atolyeyên ekolojiyê û jineolojiyê pêk hatin. Turnuvayên voleybol, basketbol û futbolê û her wiha bernameyên cuda yên çandî pêk hatin.
Ciwanan diyar kirin ku armanca bernameyê hûnandina jiyana komunal û piştevaniyê ye.
Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Berîvan Îgîn mîhrîcan nirxand.
Ciwan ji bo mezinkirina jiyana komunal hatin gel hev
Berîvan Îgîn daxuyakirin ku mîhrîcana pêk hatiye ji pişevanî û rêxistibûnê re, ji bo tecrubeyan zemînekê ava dike û wiha domand: “Ez bi hevalên xwe re tevli mîhrînanê bûm. Piranî ciwanan cih digirt. Armanca hevdîtinê ev bû ku jiyana kolektîf û komunal bê hûnandin û ciwan ligel hev demê derbas bikin û pratîka jiyana hevpar pêş bixînin. Me şeva xwe li Parka 75 di konan de derbas kir. Me bi hevalan re dema xwe derbas kir û sohbet kir.”
‘Pratîka jiyana komunal derket pêş’
Berîvan Îgîn destnîşan kir ku atolye, bernameyên sportîf û meşa Hevselê pêk anîne û bi vê re derfeta xurtkirina çanda rêxistibûn û piştevaniyê bidestxistine û wiha dirêjî dayê: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Serokatî her tim behsa rêxistibûna jiyana komunal dike. Ev mîhrîcan jî di vê esasê de pêk hat. Roja ewil konser pêk hat. Ciwan tevli bûn. Bi şev em derbasî konan bûn. Hevalan li vir nîqaş meşandin. Roja din bi meş û sporê dest pê kir. Piştre atolyeya ekolojiyê û jîneolojiyê pêk hat. Piştre jî atolyeya Kursiya Serbet bi tevilbûna Heval Şadiye pêk hat. din ava rojê de faliyetên sporê yên wekê voleybol, basketbol û futbolê pêkhat. Pêşbirk û lîstikên cuda haitn lîstin. Piştre meşa Hevselê pêk hat. Piştre me li Amargî taştê kir. Me mîhrîcana xwe wisa bidawî kir.”
‘Li dijî polîtîkayên şer zemîna herî xurt rêxistibûne’
Berîvan Îgîn di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê bernameyên wisa zêde dibibin û got yek ji zemînên ku ciwanan bi fêdeye bernameyên bi vî rengîn e. Berîvan Îgin wiha dawî lê anî: “Em dizanin ku li ser ciwanan polîtîkayên şerê taybet pir zêde ye. Fuhuş û tiryak bandorek mezin li ser ciwanan dike. Li dijî vê rêxistibûna ciwanan girîng e. Divê ciwan di bernameyên wisa de cih bigirin. Divê bernameyên wisa zêde bibin. Di serî de jinên ciwan û hemû ciwan divê di vê pêvajoyê de berpirsyariyê bigirin. Wek serokatiyê jî gotiye ‘em xwe rêxistin bikin û rêxistin bikin’.”








