'Di şexsê Ayşe Gokkan de TJA tê krîmînalîzekirin'
- 09:10 20 Hezîran 2026
- Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata, derbarê cezayê ku li Ayşe Gokkan hatî birîn şermezar kir û diyar kir ku biryar ne hiqûqiye siyasî ye û got: "Dixwazin têkoşîna azadiya jinan krîmînalîze bikin."
Duh danişîna 5’emîn a doza ku Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan dihat darizandin û berê Dadgeha Bilind cezayê ji du dosyayên “endamtiya rêxistinê” yek jê 12 sal û ya din 7 sal û 6 meh betal kiribû, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê biryar aşkera kir û ji du dozên bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” yek jê 12 sal û ji doza duyemîn jî 7 sal û 6, bi giştî 19 sal û 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî.
Li hemberî birîna cezayê bertek hatin nîşandan. Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata jî cezayê ku hatî dayîn şermezar kir û ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Ayla Akat diyar kir ku çalakiyên TJA têne krîmînalîzekirin û hewl tê dayîn ku têkoşîna jinan were cezakirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em nikarin dozê di hêla hiqûqê de binirxînin. Ji destpêka lêpirsînê bigire heta amadekirina îdianameyê, destpêkirina darizandinê û biryara îro, doz bê naverokeke qanûnî ye. Ev doz ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin û li Amedê ji nû ve darizandin dest pê kiriye. Ev doz çalakiyên heta sala 2011'an vedihewîne. Îdîanameya ku di meha Çile de derbarê çalakiyên di navbera 2011-2013'yan de hatibû zêdekirin wekî dozeke cuda hat qebûlkirin û bi du tohmetên cuda yên endametiya du rêxistinên cuda biryarek hat dayîn. Dozger 5 caran daxwaza berdanê kiriye. Di gelek dozan de, berdan bi biryarê re çêdibe, lê di vê dozê de ku dihat zanîn ku ew ê bi dawî bibe, em îro dibînin ku planeke hatiye çêkirin; li şûna ku ceza bi îdianameya duyemîn a ku li dosyayê hatiye zêdekirin re were kirin da ku pêşî li biryara berdanê were girtin, du cezayên cuda hatin birîn û li ser bingeha du îdianameyên cuda biryarek hat dayîn. Di eslê xwe de, ev dozek bû ku hevala me Ayşe ne diviyabû rojekê jî bê girtin, lê tevî daxwaza israr a dozger ji bo berdana wê jî, heyeta dadgehê biryara berdanê neda. Îdia û pozîsyona pêşeng a jinan di warê guhertin û veguherîna jiyana civakî de bi darizandinên wiha tê hedefgirtin. Di şexsê hevala me Ayşe de, Tevgera Jinên Azad careke din tê krîmînalîzekirin. Çalakiyên me careke din têne krîmînalîzekirin û cezakirin."
'De Tirkiye carekdin bê mehkumkirin'
Ayla Akat, bi bîr xist ku tu darizandinek qanûnî tune ye û got: "Em bi krîmînalîzekirina hewldanên ku Tevgera Jinên Azad heta niha ji bo îdîaya civaka demokratîk û tevlêbûna jiyanê di çarçoveya paradîgmaya rizgariya jinan de û civakîkirina vê îdîayê kiriye re rû bi rû ne. Ev biryar neqanûnî ye. Ev biryar dê ji hêla Dadgeha Îstînafê û Dadgeha Bilind ve cara duyemîn were betalkirin. Girtina îro dê careke din bibe sedema mehkûmkirina Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."
'Azadiya ramanê bûye hedefa dadweriyê'
Ayla Akat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha pêwîst e ku biryar bi pêvajoyê ve were girêdan. Îro, em di atmosferek pir cûda de ne. Salek û nîv e ku em pêvajoyekê dijîn ku tê de çek hatine bêdengkirin û divê rêya siyaseta demokratîk bihata vekirin. Diviyabû ev pêvajo ew pêvajo bûya ku astengiyên li pêşiya azadiya rêxistinbûnê ji bo her kesî werin rakirin û ew bikaribin beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Dema ku em nêzîk dibûn, nîqaş dikirin û hewl didan ku vê pêvajoyê bi vî rengî organîze bikin, mixabin, biryara ku hatiye dayîn biryarek pir nebaş e. Em dikarin vê biryarê wekî destwerdanek di pêvajoyê de, an jî wekî destwerdanek di îdîaya siyaseta demokratîk de bihesibînin. Mixabin, em nikarin nirxandinek qanûnî ya biryarê bikin. Ev biryarek bi tevahî siyasî ye. Jin, wekî ku heta niha kirine, dê bi rêxistinkirina xwe di hemû warên jiyanê de israr bikin û daxwaza azadiyê bikin. Di çarçoveya paradîgmaya civakî ya rizgariya jinan de, ew ê erkê avakirina civakekê bigirin ser xwe ku tê de azadiya jinan bi îdîayek hîn xurttir ji berê were misoger kirin. Mixabin, bi hezaran hevalên me yên di girtîgehan de ji ber bikaranîna mafê xwe yê rêxistinbûnê û mafê xwe yê azadiya raman û îfadeyê bûne hedefa dadweriyê. Pêwîst e ku pêvajo di vê nuqteyê de zûtirîn dem pêş bikeve. Divê hemû qanûnên ku dikarin rê li ber siyaseta demokratîk vekin, ji qanûna çarçoveyê dest pê bikin, bi lez werin derxistin. Wekî tevgera jinan, me di hemû şert û mercan de fikrên xwe gotine. Û em ê vê yekê bidomînin."









