Desteya pisporan projeya GES'ê guncav nedît
- 13:06 13 Cotmeh 2026
- Ekolojî
AMED - Di doza ku li dijî biryara “ÇED'ê ya erênî” ya ji bo projeya Santrala Enerjiya Rojê û Sazgeha Depokirina Enerjiyê ya Zenkar 2 li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê hatibû vekirin de, desteya pisporan destnîşan kir ku cîbicîkirina projeyê ne guncav e.
Di doza rawestandina birêvebirinê û betalkirinê ya ku ji aliyê Baroya Amedê û niştecihên gundê Arzoxlî yê ser bi navçeya Sûrê ve li dijî Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê li ser rapora “ÇEDê ya erênî” ya ji bo projeya “Zenkar 2 Santrala Enerjiya Rojê û Sazgeha Depokirina Enerjiyê” hatibû vekirin de, di çarçoveya doza li Dadgeha 1emîn a Karên Îdarî ya Amedê de di 16ê Tîrmehê de ji aliyê desteya pisporan ve li taxê keşf hate kirin.
Di rapora keşfê ya hatî amadekirin de hat destnîşankirin ku avahî di dûriya 64 metreyan de ne, ev avahî dê ji deng bandor bibin, bandorên biriqîn-çavnegirtin û qada elektromanyetîk divê li ser bingeha van xaniyan werin nirxandin û tedbîrên zêde yên kêmkirinê werin diyarkirin; tedbîrên kontrolkirina herikîna ser rûyê erdê û erozyonê divê bi awayekî bandor werin cîbicîkirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku bi taybetî bandorên kombûyî yên ku dibe ku tevî projeya cîran ZENKAR-1 derkevin holê divê bi qasî pêwîst werin derxistin û bi nêzîkatiyek hevpar a şopandin û rêveberiyê werin destgirtin.
Proje zirarê dide çandinî û ajaldariyê
Pisporan destnîşan kir ku projeya GESê bi vê rewşa xwe ya heyî ne guncav e. Di raporê de hat diyar kirin ku avahiyên di dûriya 64 metreyan de ne dê ji deng, biriqîn û qada elektromanyetîk neyênî bandor bibin. Her wiha hat gotin ku tedbîrên ji bo erozyonê û parastina avên ser erdê ne bes in û ev proje dê zerarê bide çandinî û ajaldariya herêmê.
Arkeolog û endezyarên ceyranê jî diyar kirin ku sînorên qada sîtê ne bes in û analîzên teknîkî yên biriqînê nehatine kirin. Di encama raporê de desteya pisporan bi yekdengî ragihand ku cîbicîkirina vê projeyê bi vê rewşa xwe ji hêla teknîkî, ekolojîk û arkeolojîk ve ne guncav e.







