Li Pîran û Xana Axpar coşa Newrozê
- 22:21 14 Adar 2026
- Rojane
AMED- Gel tevî baranê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ agir pêxistin û bi govendê Newroz pîroz kirin.
Li navçeya Pîran û Xana Axpar a Amedê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’ Newroz hat pîrozkirin. Li taxa Hopek a Pîranê pîrozahiya pêk hat gelek kes tevli bûn. Welatiyan li dora agir govend gerandin.
Xana Axpar
Li taxa Kela Gabana a Xana Axpar welatiî tevî baranê Newroz pîroz kirin. RêveberÊn DEM Partî, DBP’ê, hevşaredarên Xana Axpar û gelek kes tevli bûn.
Li Girê Mîr Xidir ya li taxê jî meşa meşaleyî pêk hat. Welatiyan li dora agir govend gerandin û Newroz pîroz kirin.







