Ji Dayikên Şemiyê bang: Heqîqetê derxin holê
- 13:15 9 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1102'yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn windakirin pirsîn û bang li dozgeran kirin û gotin: “Di dosyeya Husamettîn Yaman û Soner Gul de lêpirsînek baş bikin û heqîqetê derxin holê.”
Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1102'yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, Hevserokên Giştî yên ÎHDê Cîhan Aydin û Oya Ersoy, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Dayikên Şemiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Di hefteya 1102yemîn de li aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul ê ku berî 34 salan hatibûn binçavkirin û windakirin û li kujerên wan hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê winda Besna Tosûn ve hate xwendin.
‘Her dem bersiva neyînî dan wan’
Besna Tosun diyar kir ku li dijî polîtîkayên înkarê bersiva herî mezin bîranîna kesên ku hatine windakirin û gotina çîroka wan e û wiha got: “Bi vê sedemê kesên ku naxwazin pêşeroj di bin tariyê de bimîne parastina heqîqetê dikin. Em di hefteya 1102'yemîn de xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Soner Gul ên ku berî 34 salan hatine windakirin, bi bîr tînin. Husamettîn Yaman 22 salî û xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Bi hinceta ‘pankart hilgirtiye’ hate girtin piştî 15 rojan di 6ê Îlona 1990an de hate berdan. Soner Gul jî 21 salî û xwendekarê Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê bû. Soner Gul endamê Komelaya Xwendekaran bû bi vê sedemê jî gelek caran hatibû binçavkirin û îşkence lê haitbû kirin. Husemettîn Yaman 2'yê Gulana 1992an dema ji mala xwe derket, piştî 2 rojan 4ê Gulanê kesek li birayê Husamettîn geriyaye û gotiye, ‘Husamettîn û Soner Gul hatine binçavkirin. Jiyana wan di bin xetereyê de ye, serî li emniyetê bikin’. Malbata Yaman û Gul serî li Miduriyeta Stenbolê û saziyên din ên dewletê dan. Lê bersiva ne di binçavan de ne dan wan.”
‘Lêpirsînek baş nehat kirin’
Besna Tosun destnîşan kir ku di 19'ê Kanûna sala 2011an de beyanên îtîrafkarê bi navê Ayhan Çarkin ku polîsê berê bû li nav raya giştî hate parvekirin û got: “Ayhan Çarkin gotibû ‘Husamettîn Yaman û Soner Gul me binçav kir li daristanekê me wan înfaz kir’. Piştî vê îtîrafê malbata Yaman dîsa serî li saziyan da û xwest dosye ji nû ve were vekirin. Lê tevî îtîrafên Ayhan Çarkin jî lêpirsînek bi bandor û baş nehat kirin. Em îro dîsa bang li dozgeran dikin di dosyeya Husamettîn Yaman û Soner Gul de lêpirsînek baş bikin û heqîqetê derxin holê. Çend sal derbas dibe bila bibe em ê li aqûbeta kesên winda bipirsin. Sibê Roja Dayikan e. Bi vê wesîleyê dayikên ku aqûbeta zarokên xwe hîn nebûn û jiyana xwe ji dest dan, em di şexsê Saffet Yaman de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ya ku vê bêdengiyê guherand, berxwedana heqîqetê ye.”
‘Ez di xewna xwe de jî li benda kurê xwe me’
Paşê Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz axivî û diyar kir ku ev 31 sal in li kurê xwe Murat Yildiz digere û got: “Ez di xewnên xwe de jî li benda lawê xwe me. Ev bû ji 60 cejnan zêdetir bê kurê xwe pîroz dikim. Sibê dê dayik biçin ser gorên zarokên xwe û wê zarok biçin ser gorên dayikên xwe, lê ez nikarim herim cihekî.”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê bi dawî bû.







