Di çalakiya ‘Konên Zimanê Kurdî’ de pêşengeha wêneyan hate vekirin

  • 16:03 12 Gulan 2026
  • Çand û Huner
WAN - Çalakiya KURDÎGEH'ê ya “Konên Zimanê Kurdî” ku li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li dar dixe i roja 4'emîn de berdewam kir. Di çalakiya îro de Komeleya Aryen Hunerê pêşengeha wêneyan vekir.
 
Çalakiya vedana “Konên Zimanê Kurdî” ya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ya li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di roja 4emîn de berdewam kir. Çalakî ku di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de tê lidarxistin, îro jî çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî konên zimanê Kurdî dan û welatî di serdana çalakiyê de li stran û helbestên Kurdî guhdarî kirin.
 
Komeleya Aryen Hunerê jî li heman cîhî pêşangeha wêneyan vekir û berhemên ku wan bi xwe çêkirine nîşanî gel dan. Berhemên Aryenê bala gel kişandin û welatiyan bi kêfxweşî temaşeyî wêneyan kirin.
 
Sibê roja dawî ya çalakiyê ye.