Li Bêrecûkê mirina bi guman
- 19:42 14 Gulan 2026
- Rojane
RIHA - Li Bêrecûk a Rihayê Sabriye Komuk li mala xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin.
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê Sabriye Komuk ya ku 3 roj in agahî jê nayê girtin li mala xwe bi guman jiyana xwe ji dest dayî hat dîtin. Cîranên wê ku agahî ji Sabriye Komuk negirtin agahî dan û li ser vê ekîbên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Ekîbên ketin hundir cenazeya Sabriye Komuk dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morgê.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hatin destpêkirin.







