Noqavên ku li Gülistan Doku digeriyan hatin girtin!
- 09:40 5 Tebax 2026
- Rojane
Şehriban Aslan
AMED - Du noqavên ku di dema lêgerîna li bendavê ya ji bo Gulîstan Doku notek û meqsek dîtibûn, bi tohmeta "guhertina delîlan" hatin girtin.
Di dosyeya Gulîstan Doku de ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê hat wîndakirin, pêşveçûneke nû çêbû. Du noqavên ku ji aliyê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ve hatibûn ekdarkirin û beşdarî operasyonên lêgerînê yên sala 2020'an bibûn di avê de not û meqesek dîtibûn, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erzîromê ve hatibû destpêkirin de, her du noqav jî sewqî dadgehê hatin kirin û bi tohmeta "guhertina delîlan" hatin girtin.
Di rapora fermî ya ku di sala 2020an de ji aliyê her du xwîneran ve – yên ku girêdayî Yekîneya Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Elezîzê bûn – di dema lêgerîna li bendavê ya ji bo Gülistan Doku de hatibû amadekirin, ev daxuyanî cih digirtin:
“Di dema lêgerîna ku ji aliyê tîma lêkolîna binê avê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Xerpêtê ve di 8'ê Çileya 2020'an de, derdora saet 11:45'an, li nêzîkî Pira Dinar a li herêma Aktulukê hatibû kirin de, perçeyên kaxezê yên şilbûyî û bi hev ve hatibûn dîtin; di nav van de reçeteyeke bijîşkî ya bi navê Gülistan Doku ku bi rêya barkoda wê dihat naskirin û perçeyek ku tê de hevoka ‘zexta psîkolojîk li ser me tê kirin’ hebûn. Perçeyên navborî wekî delîl hatin hesibandin û ji aliyê tîmê ve radestî personelên Şaxa Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr hatin kirin û ewlekariyê jî diyar kiribû ku ev not delîle, ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin û îmzekirin. (9'ê Çileya 2020'an, saet 12:40)”
Lê ew girteka ku hatibû girtin piştî ku ji aliyê mirovên zana ve hat lêkolînkiin ji bo wê wiha hatiye gotin, "Tu kaxiz nikare di bendavê de 14 metre bikeve binê avê û wê li ber avê biçe."
Hat eşkerekirn ku li gorî rapora mirovên zana ev mirovên noqav tevli lîstka Tucay Sonel ku waliyê demê yê Dêrsimê ye bûne û hem malbat û hem jî raya giştî bi mehan mijûl kirine.







