Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

  • 16:12 7 Tebax 2026
  • Ramyarî
ENQERE - Qanûna Çarçoveyî ya “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” di Komîsyona Edaletê ya Meclise de tê nîqaşkirin.
 
Qanûna Çarçoveyî ya “Qanûna li ser Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5'ê Tebaxê de bi 360 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin, di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civînê bûn. Di civînê de pêşniyarqanûn ji partiyên siyasî re hat vegotin. Nîqaş dê bi rexneyên partiyên siyasî yên li ser qanûnê bidome.
 
Civîn bi axaftina Serokê Komîsyona Edaletê ya Meclise dest pê kir. Di civînê de dê endamên Komîsyonê yên partiyên siyasî jî nîqaş û nirxandin li ser qanûnê bikin.