Kovara Jinê bi manşeta 'Lêgerîna civaka demokratîk' derket

  • 10:12 9 Tebax 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta "Di jiyana rojane de serdestî û lêgerîna civakeke demokratîk" derket.
 
Hejmara 180'yî  ya Kovara Jinê bi manşeta "Di jiyana rojane de serdestî û lêgerîna civakeke demokratîk" hat weşandin
 
Ev hejmar balê dikişîne ser awayê polîtîkayên şerê taybet di warên cihêreng ên jiyana civakî de, herwiha li ser berxwedana ku li dijî wan tê meşandin û hewldanên ji bo avakirina jiyaneke demokratîk ji aliyê jinan, çîna karker û civakê bi giştî ve.
 
Sumeyye Boz di gotara xwe ya bi sernavê "Şerê li ser Bedena Jinan: Tundiya li ser bingeha zayendî, Bîr, Piştevanî û Avakirin" de, tundiya li ser bingeha zayendî ya ku di dema şer de li dijî bedena jinan tê kirin, dinirxîne; ew nîqaşê li ser bingeha mînakên ji Ekin Wan heta Rojavayê, bîra civakî, "piştevaniya bi hûnandina por, xwedî-îradebûna jinan û rola jinan wekî aktorên avaker ên aştiyê, dike.
 
Derya Akyol di gotara xwe ya bi sernavê "Wêrankariya ku ji Xwezayê Ber bi Civakê ve Belav Dibe" de, encamên civakî yên wêraniya ekolojîk a li Kurdistanê, encamên ku sînorên hawîrdora xwezayî derbas dikin dinirxîne; Derya Akyol vê yekê bi rêya balkişandina li ser koçberiya bi zorê, bêparhiştina ji milk û xwedîbûnê, bîra çandî, keda jinan û ji nû ve avakirina jiyanê di nava ahengê de ligel xwezayê tîne ziman.
 
Sevcan Kadîroglu, di gotara xwe ya bi sernavê "Avakirina civakeke demokratîk li hemberî polîtîkayên Şerê Taybet" de, bandora polîtîkayên şerê taybet li ser ciwan, koçberî, bîra çandî û jinan dinirxîne; ew vê nîqaşê li ser bingeha hilweşîna civakî, îradeya rêxistinkirî, piştevaniyê û avakirina civakeke demokratîk dike.
 
Funda Demîr Bozkurt, di gotara xwe ya bi sernavê "Dibistanên Îmam-Hatîp, mufredata perwerdeyê û perwerdeya neteweperest û olî: ji 'Xwendekarên makul' Ber bi 'jinên maqûl ' ve, bandora guhertina olî û neteweperest a di pergala perwerdeyê de li se jinan lêkolîn dike û balê dikişîne ser dibistanên Îmam-Hatîbê, bernameyên perwerdeyê, perwerdeya têkel, rolên zayendî, zimanê zikmakî û avakirina "jinên maqûl.".
 
Simge Yardim di gotara xwe ya bi sernavê "Karkerên perwerdeyê pêşeroj û mafên xwe diparêzin" de, têkoşîna karkerên perwerdeyê ya li dijî bêewlehiya kar û windakirina mafan dinirxîne.
 
Hemû sernavên di kovarê de wiha ne:
 
Şerê li ser bedena jinan hatiye înşakirin: Tundiya Xwedî zayend, Haviza, Piştevanî û înşa/Sumeyye Boz 
 
Hilweşîna ji Xwezayê ber bi Civakê ve/ Derya Akyol
 
Li dijî Şerê Taybet Înşakirina Civaka Demokratîk/ Sevcan Kadîroglu
 
Îmam Xetîp, Mufredat û Perwerdeya Netwperest û Olî: " Ji Xwendekara Makul ber bi "Jina Maqu" /Funda Demîr Bozkurt
 
Kedkarên Perwerdeyê Pêşeroj û Mafên xwe Diparêzin /Sîmge Yardim