Li 2 bajaran mirina bi guman
- 13:36 10 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê Latife İbadova û li Amedê jî Gulîstan Karadag bi awayê bi guman mirî hatin dîtin.
Li Stenbol û Amedê du jin bi awayê bi guman mirî hatin dîtin.
Stenbol
Latife İbadova (57) ku welatiyeke Azerbaycanê bû, li mala xwe ya li navçeya Kağıthane ya Stenbolê bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.
Cenazeyê Latife İbadovayê ji bo diyarkirina sedema rastîn a mirinê rakirin morga Saziya Tiba Dadî (ATK) .
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Amed
Gulîstan Karadag (31) li zeviyeke li taxa gundewarî ya navçeya Rezan a Amedê, awayê bi guman mirî hat dîtin.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, cenazeyê Gulîstan Karadag ji bo otopsiyê û diyarkirina sedema mirinê rakirina Saziya Tiba Edlî.
Têkildarî bûyerê du kes hatin binçavkirin.







