Hesabên dijîtal a servîsa Kurdî ya NûJINHA'yê hatin girtin
- 18:48 12 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabên Instagram û YouTube yên beşa servîsa Kurdî ya ajansa NûJINHA, ji aliyê platformên medyaya dîjîtal ve hatin girtin.
Hesabên Instagram û YouTube yên beşa servîsa Kurdî ya ajansa NûJINHA ku bi dirûşma “Ji duh heta sibê dengê jinan NûJINHA” dest bi weşana xwe kir, ji aliyê platformên medyaya dîjîtal ve hatin girtin.
Ajansa NûJINHA ya ku di qada ragihandina azad de têkoşînek çalak dimeşîne, girtina van hesaban, wekî berdewama zextên li ser rojnamevaniya azad dibîne.
Êrîşa Sîber a 6’ê Hezîranê
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 6’ê Hezîrana îsal de hamleyeke din li dijî ajansê hatibû kirin. NûJINHA rastî êrîşeke sîber hatibû; di encamê de hejmareke zêde ya nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatibûn jêbirin û weşandina nûçeyan ji bo demekê hatibû rawestandin. Koma ku berpirsyariya vê êrîşê girtibû ser xwe, xwe wekî “Handala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav kiribû.







