Şewba Ebolayê ya li Kongoyê belav dibe
- 13:39 19 Tebax 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê ji kontrolê derdikeve û xeteriya belavbûna di qada navneteweyî de zêde ye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku şewba Ebola ya li Komara Demokratîk a Kongoyê bi lez belav bûye, “hîna nehatiye kontrolkirin”.
Dîrektorê Giştî yê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus got, di nava welêt û qada navneteweyî de xeteriya belavbûna şewbê zêde ye.







