Azadiya Welat bi manşeta ‘Ew rûmeta me ne, em deyndarên wan in’ derket

  • 09:06 24 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 33yemîn a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta “Ew rûmeta me ne, em deyndarên wan in” derket û bal kişand ser biranînên Cangoriyên Azadiyê.
 
Amed û Stenbolê ji bo bîranînên Cangoriyên Tevgera Azadiyê çalakî û bîranîn hatin lidarxistin. Dê di nava hefteyê de jî li Wan, Mêrdîn, Şirnex û Geverê bîranîn bên lidarxistin. Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê di manşeta xwe de bal kişand ser çalakî û bernameyên ji bo Cangoriyên Tevgera Azadiyê hatine lidarxistin.
 
Rojnameyê dîsa bi boneya balê bikişine ser çalakiyên Platforma Şiyar Be ya di çarçoveya pêngava RABIN de tên lidarxistin, cih da hevpeyvîna Murat Burtakuçîn a derbarê hişbirê de hatiye kirin. Rojnameyê dîsa cih da gotara nivîskar Gelawêj Ewrîn a bi sernavê “Komkujî û berxwedana Kurdistanê”, gotara nivîskar Cahît Kirkazak a bi sernavê “Astengî çek in an hişê dewletê ye”, gotara nivîskar Nalîn Aslan a bi ser navê “Ger jin bêdeng bibûna, wê çi bûbûya?”, gotara Mulkiye Bîrtane ya bi sernavê “Çalakiyên ji bo jingeheke paqij divên” derxist pêş.