Li Gimgimê ji bo pakrewanan şîn hatin danîn
- 22:05 25 Tebax 2026
- Rojane
MÛŞ - Li Gimgimê ji bo pakrewanan ên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane şîn hatin danîn.
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Mûşê ji bo pakrewan Faruk Karaaslan, Ekrem Karaaslan û Mehmet Meşe yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li gundên Legleg û Qerekukê yên Gimgimê şîna hatin danîn. Hevserokên Gimgimê, sazî û rêxistinên Gimgim û Mûşê û bi sedan welatî beşdarî şînê bûn.
Şîn serlêdana welatiyan, sersaxî û xwendina diayan berdewam kir.







