Sertîfîkayên Beşdarbûnê ya Kursa Kirmanckî ji bo zarokan hat dayin
- 13:26 26 Tebax 2026
- Çand û Huner
DERSIM - Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) sertîfîka da zarokên ku beşdarî kursa Kirmanckî bûn.
Kursa Kirmanckî ya ji bo zarokan, ku ji hêla Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) ve di meha Hezîranê de li Dêrsimê hatibû organîzekirin, bi dawî bû. Piştî qedandina kursê, li Navenda Giştî ya DAD'ê sertîfîkayên beşdarbûnê ji zarokan re hatin dayîn. Di çalakiyê de, yek ji rêvebirên komeleyê, Beser Develî bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û diyar kir ku divê zarok bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin.
Mamosteyê kursê, Hasan Alî Kiliç, destnîşan kir ku ziman nasname ye û heke ziman winda bibe, nasname jî winda dibe. Hasan Alî Kiliç got, "Em baweriya xwe bi zimanê xwe yê dayikê pêk tînin. Zimanê me ji bo me her tişt e. Wekî ku Sey Qajî gotiye, 'Her çûk bi zimanê xwe distirê, her nebat ji kokên xwe şîn dibe.' Ji ber vê yekê, em di jiyanê de bi her kesî re bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin."
Piştî dayîna sertîfîkayan, zarokan klamên Kirmanckî gotin.







