Li Til Temirê astengiyên li pêş jinan hatin nîqaşkirin
- 19:23 2 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Til Temirê li ser astengên civakî û çandî yên ji bo beşdariya jinan û rêyên xurtkirina rola malbatê, rêveberiyên herêmî û civaka sivîl atolyek hat lidarxistin.
Komeleya Ronahî ya Geşepêdan û Avakirinê (LDC) li bajarê Til Temirê yê parêzgeha Hesekê, di çarçoveya çalakiyên projeya "Aman" de, bi piştgiriya Fona Aştî û Mirovî ya Jinan (WPHF) û bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA), atolyeyek bi navê "Normên zayendî û astengiyên li pêşiya beşdarbûna jin û keçan" li dar xist.
Rûniştinên atolyeyê Cuma Xizêm bi rê ve birin. Xizêm bi beşdaran re têgeha norm û pêşbîniyên zayendî, rolên civak ji bo jin, keç, mêr û ciwanan diyar dike, bandorên van pêşbîniyan li ser vebijêrkên jin, keç û şansên wan di jiyana giştî û civakî de pêşkêş kirin.
Beşdaran li ser sînorkirinên civakî, çandî û malbatî yên herî berbiçav ên ku beşdarbûna jin û keçan sînordar dikin û bandora wan li ser tevger, perwerde, kar, gihîştina xizmetguzariyan û beşdarbûna di biryardanê de, ji bilî lêkolîna bandora hin norm û pêşdaraziyên civakî yên ku dibe ku bibin sedema damxe yan jî bidûrxistinê, nîqaş kirin.
Beşdar dabeşî komên biçûk bûn. Beşdaran rola malbat, mêr û ciwanan di rûbirûbûna normên zirardar û pêşvebirina pratîkên erênî de, ji bilî rola rêberên herêmî, rûspî, kesayetên navdar û kesayetên bibandor di kêmkirina cudakarî û bidûrxistinê û pêşvebirina beşdariya ewle ya jin û keçan de hatin nîqaş kirin.
Koman rola birêxistinên civaka sivîl, sazî û xizmetên herêmî di dabînkirina hawîrdorek ewle û berfireh de lêkolîn kirin û înîsiyatîfên civakî pêşniyar kirin ku dikarin bi beşdariya komên curbicur werin bicîhkirin, bi armanca piştgiriya beşdariya jin û keçan û zêdekirina hebûn û rola wan di civakê de.
Atolye bi pêşkêşkirina xal û pêşniyarên herî girîng ên ku ji hêla beşdaran ve hatine bidestxistin bi dawî bû. Di pêşêniyaran de bal hat kişandin ser pêşxistina înîsiyatîfên civakî yên ku armanc dikin guhertina nêrîna neyînî ya li hember jinan, piştgirîkirina beşdariya wan di avakirina civakek ewle û saxlem de û organîzekirina rûniştinên hişyarkirinê li ser rola jinan di nav malbat û civakê de.







