'Ziman beşek ji nasnameyê ye, divê Tirkiye vê yekê nas bike'

  • 09:03 3 Îlon 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Seroka Komîteya Navneteweyî ya NEU Louîse Regan, diyar kir ku ji bo zarok xwe di pergala perwerdehiyê de bibînin divê zimanê wan yê dayikê bê nasîn. Louîse Regan daxuyakirin ku divê Kurdî di mufredatê de cih bigire û wiha domand: “Mijar ne ku mirov li vir Kurdî fêr bibin an nebin, biaxivin an neaxivin. Mijar ev e ku Kurdî bê nasîn û bibe parçeyek pergala perwerdê.”
 
Egîtîm Sen, li Enqereyê li otelekê bi dirûşmeya "Ji bo Azadî û Wekheviyê" 6’emîn Kongreya Perwredehiya Demokratîk pêk anîn. Di kongreya ku 5 rojan pêk hat de xebatên atolyeyê yên cuda û li gel vê jî nîqaşên li ser perwerdehiya zanistî, wekhevî û demokratîk hatin meşandin. Ji gelek bajaran nûner û ligelvê ji sendîkayên navneteweyî kes tevli kongreyê bûn.
 
Endama Komîteya Rêvebera Navneteweyî ya Sendîkaya Perwerdehiya Neteweyî ya Qraltiya Yekbûyî (NEU) a sendîkaya herî mezin a perwerdê ya Ewropayê ye, Louîse Regan der barê naskirina mafê perwerdehiyê ya di pêvajoyên aştiyê de nirxandi kir.
 
‘Ziman tenê ji perwerdehiyê ne pêkan e, parçeyek nasnameyê ye’
 
Louîse Regan diyar kir ku li cîhanê her diçe zarok ji mafê pewerdehiya azad û demokratîk bêpar tên hiştin û got: “Lê li Tirkiyeyê rewş hîn zelal li holê ye û bi salane em vê dibînin. Zimanê em bikar tînin tenê ji perwerdehiyê pêk nayê. Ev têkildarî fêkirinê nîne, ev têkidarê ku em kî ne ye. Ev parçeyek wê ye. Bi zimanê xwe perwerdehî negirtin balkêşe. Li gorî min ev zirarek mezin dide zarokan. Dema zarok û ciwan bi zimanê xwe perwerdehiyê negirin, gelek tişt ji destê wan tê girtin. Li gorî nêrîna min û hemû hîndekaran dema zarok di pergala perwerdehiyê de xwe neghînin pêş nakevin. Ji ber vê jî gelek girîng e ku ciwan di hawiran de xwe pêş bixînin û xwe bigihînin fêrbûnê. Li Qraltiya Yekbûyî gelek penaber hene. Ev ji yekê zêdetir ziman bikar tînin. Dema ev zimanê xw winda bikin ji nûve bidestxistin zehmet e.” 
 
‘Hembêzkirina ziman têkildarî serkeftinê ye’
 
Louîse Regan diyar kir ku bi awayekî fermî naskirina ziman, li ser serkeftin û pêşketina zarokan bi bandore û wiha domand: “Li gorî min divê zimanê gelê Kurd bi awayekî fermî bê nasîn. Çima heta îro ziman nehatiye nasîn fêm nakim. Divê ev ziman li welat wek zimanê fermî bê nasîn. Qebulkirina nasnameyê, kes, bawerî û ziman, tê wateya pêşketina û serkeftina akademîk a ciwanan.”
 
‘Ya girîng naskirina ziman e’
 
Louîse Regan daxuyakirin ku Qraltiya Yekbûyî di mijara perwerdehiya pir zimanî de mînaka herî başe û tevî vê li Gallerê, ji bo parastina Galcen û ji nûve belavbûna wê xebat tên meşandin. Louîse Regan wiha berdewam kir: “Li Qraltiya Yekbûyî ya rast mînaka herî baş ne em in. Ji ber piranî li ser Îngîlîzî tê sekinandin. Lê li hinek herêman, mînak li Gallerê, li dibistanan ji bo Galce bê hînkirin hewldanek mezin heye. Ji ber Galce nehatiye fêrkirina ciwanan jî ev ziman neaxiviye. Ji ber vê jî niha ji bo teşwîqkirina Glace hewldan heye. Welatên Ewropayê di mijara pewerdehiya pir zimanî de serkeftîtirin.”
 
‘Fikar balkêşin’
 
Louîse Regan diyar kir ku dijberbûna li hember perwerdehiya pir zimanî ne raste û wiha dirêjî dayê: “Di temenê biçûk de ji yekê zêdetir bi zimanî perwerdehî dîtin girîng e. Gelek kesên ku ez nas dikim û Tirkî diaxivin heman demê de Kurdî jî diaxivin. Ji ber vê jî ger ku ev ziman ji xwe li malê bê axaftin, di pergala perwerdê de pêkanîn hîn hêsantire, wê zarok leztir wî zimanî fêr bibin.”
 
‘Divê Kurdî di tevahiya mufredatê de cih bigire’
 
Louîse Regan destnîşan kir ku zimanê Kurdî heftê carê bi dersa tê dayîn divê neyê sînorkirin û ev tişt got: “Li hawira dibistanê li şûna yek zimanî bi gelek zimanan perwerdehî pêkane. Ez tenê behsa hefteyê carê perwerdê nakim. Divê Kurdî di tevahiya mufredatê de cih bigire. Tirkiye di qada perwerdehiyê de şûndeketinê dijî. Li dibistanên dewletê kontrola li ser çi divê çawa bê fêrkirinê zêde bûye.”
 
‘Divê gelê Kurd navenda pêvajoyê de cih bigire’
 
Louîse Regan balkişand ser pêvajoya aştiyê û daxuyakirin ku di vê pêvajoyê de di van mijaran de avêtina gavan gelek girîng e û got: “Divê gelê Kurd di navenda pêvajoyê de cih bigire. Heta ku nêrîn û fikrên wan esas neyên girtin, neyên guhdarkirin, wê ev kêrî tiştekî neke. Bêguman rola jinan a di aştî û edaletê de heye. Tevlibûna jinan gelek girîng e. Ji ber vê tevlibûna jinan a pêvajoyê girîng e.”