Jinan guherînên di jiyana xwe de nîqaş kirin
- 09:55 3 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncarê serdana jinên ku li Navenda Jiyana Jinan a 500 Evlerê beşdarî kursan dibin kir. Di serdanê de, bi jinan re li ser guherînên erênî yên ku ji ber tevlêbûna wan a navendê di jiyana wan de çêbûne, hate axaftin.
Hevşaredar Sîncar, bi endamên meclisê û alîkarên şaredariyê re çû navendê û bi jinan re civiya. Li navendê kursên wekî tekstîl û pîlatêsê û her wiha komên hilberîna hevpar bi awayekî çalak berdewam dikin. Di civînê de jinan behsa serpêhatiyên xwe, guherînên di jiyana xwe de û bandora erênî ya navendê kirin. Hevşaredar Sîncar jî diyar kir ku ji bo jinan vekirina qad û derfetên kar, yek ji pêşîneyên wan ên sereke ye.
Eleqeyeke mezin ji bo kursên jinan
Kursên li Navenda Jiyana Jinan û Atolyeya Pîşeyî ya Jinan a Bazara Keda Jinê, ku di bin Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de dixebitin, balê dikişînin. Ev xebat derfetê didin jinan ku pîşeyekî fêr bibin, bigihîjin serxwebûna aborî û tevlî aboriya malbatê bibin. Berhemên ku jin hildiberînin, di “Pêşangeha Keda Jinan” de tên pêşkêşkirin û firotin, bi vî awayî ji bo wan derfetên dahatê tên afirandin.
Li navendê hate diyarkirin ku ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad, jin bi hevgirtinê xwe xurt dikin, bi hev re hildiberînin û vê jiyanê bi ked û îradeya xwe ava dikin.







