‘Şehîd taca serê me ne’

  • 09:05 3 Îlon 2026
  • Rojane
MANÎSA - Kesên tevli şîna Hamdiye Komurcu ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest da bûn, diyar kirin ku  kesên jiyana xwe ji dest dane nirxên bîra azadiya gelê Kurd e û gotin êdî ne çek divê aştî bê axaftin.
 
Bername û bîranînên ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidaxistin, didomin. Di bername, bibîranîn û meşan de gel xwedî li kesên jiyana xwe ji dest dane derdikevin.
 
Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê ji bo Hamdiye Komurcu (Eylem) ku di 21’ê Gulana 1997’an de li Heftanînê jiyan axwe ji dest dabû, malbata wê şîn danî. Kesên tevli şîna Hamdiye Komurcu bûn banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin divê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane bi aştiyê tacîdar be.
 
‘Ez silavên xwe ji Îmraliyê re dişînim’
 
Dayika Hamdiye Komurcu, Emîne Komurcu da zanîn ku keça wê şehîda hemû Kurdistanê ye û wiha got: “Şehîd şehîda me hemûyan e. Em bi hebûna wê serbilind in. Bi hezaran şehîdên me hene. Keça min jî yek ji van e. Ez silavên xwe ji Îmraliyê re Birêz Ocalan re dişînim. Ez silavên xwe ji girtiyan re ji yên serê çiyê re dişînim. Ez li hember şehîdan rêzdar im.”
 
‘Em aştiyê dixwazin’
 
Xwişka Hamdiye Komurcu, Remziye Komurcu jî wiha anî ziman: “Zaroka mezin a malbatê ez im. Piştî min Hamdiye hat dinê. Em 13 salan bi hev re jiyan û piştre ew tevli bû. Me jî li vir têkoşîn meşand. Bila serê me sax be. Dema em zarok bûn em ligel hev bûn. Me li sewalan dinêrî. Jiyana me wisa derbas dibû. Xwişka min şehîd ket. Hêvîdar im ji vir şûnde kes şehîd nekeve. Bila êdî dayik negirîn. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Em deyndarên şehîdên xwe ne’
 
Binevş Atay ku tevli şînê bû diyar kir ku keça wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye û got: “Keça min Jînda 10 salan ma û şehîd ket.  Em zarokên xwe di şertên zehmet de tînin dinê, mezin dikin. Keça min xwedî îradeyek xurt bû. Çû wir bû fermandar. Ez bi hebûna wê serbilind im. Ez dayika wê me lê ew şehîda me hemûyan e. Di malbata min de 25 kes şehîd ketin. Keça min yek ji wan e. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Şukur ku Rêberekî me yê wek Abdullah Ocalan heye.”
 
‘Şehîd  taca serê me ne’
 
Ji rêveberiya DEM Partî ya Manîsayê Remziye Esen jî destnîşan kir ku gelê Kurd ne şer aştiyê dixwazin û wiha pê de çû: “Em li pişta serokê xwe ne. Gelê Kurd her tim ji bo aştiyê amade ye. Em aştiyê dixwazin ku dewleta Tirk jî amade be. Em dixwazin ku ew jî fedekariyê bikin. Fedekarî yek alî nabe. Aştî bi gavên her du aliyan pêkan e. Em dixwazin ku girtî bên berdan. Aştiya mayînde bi destûra bingehîn pêkan e. Em bi keda şehîdên xwe hatine vê rojê. Şehîd taca serê me ne.”