Li Şemrexê Koperatîfa Jinan a Jiyana Hevpar hat avakirin
- 18:53 4 Îlon 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, bi armanca keda jinê bê dîtin û hilberîna kolektîf bê pêxistin Koperatîfa Jinan a Jiyana Hevpar hat vekirin.
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, bi pêşengiya jinan Koperatîfa Jinan a Jiyana Hevpar hat vekirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tevli vekirina koperatîfê ya li taxa Karşiyakayê bûn.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di ekirina koperatîfê de axivî û da zanîn ku bila koperatîf ji bo gelê herêmê bi xêr be. Berîtan Guneş Altin balkişand ser hilberîna kolektîf û jiyana hevpar û da zanîn ku hêviya wan ev e ku ev koperatîf bibe hêviya hemû gelan.
Piştî axaftinan Koperatîf hat vekirin û li welatiyan xwarinên ku jinan amade kiribûn hatin belavkirin.







