'Aştî dê bi saya têkoşîna wan pêk bê'

  • 15:52 8 Îlon 2026
  • Rojane
Melek Avci 
 
ENQERE- Kesên ku beşdarî merasîma bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bûn, gotin: "Rêbertiyê û şehîdên me, em ji bin heft qatên erdê kişandin jor. Eger li vî welatî aştiyek çêbibe, ev bi saya wan e."
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, li navenda Rêxistina Bajêr a Enqereyê ya DEM Pariyê, merasîma bîranînê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, hat lidarxistin. Di çalakiya du-rojî de xizmên şehîdan, her wiha rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û gelek saziyên din, rêxistin û kesayet beşdar bûn. Parlamenterên DEM Partiyê Halide Türkoglu, Sevîlay Çelenk, Zülkuf Uçar û Zekî Îrmez, ligel endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê û gelek kesên din, serdana bîranînê kirin.
 
'Eger aştiyek çêbibe, ev bi saya wan e'
 
Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dubare kirin. Dayikan spasiya xwe pêşkêşî gerîlayên azadiyê kirin û diyar kirin ku bi saya têkoşîna wan, ew îro dikarin bi zimanê xwe yê zikmakî, yanî Kurdî, biaxivin. Nasihat Varli got: "Hêvîdar im ev êşên dawî bin ku em dikişînin, şehîdên dawî bin ku em didin û hêsirên dawî bin ku em dirijînin. Em hêvî dikin ku ked û têkoşîna wan a ji bo aştiyê vala neçe. Bila destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin, vala nemîne."
 
Yildiz Bahçecî jî anî ziman ku tevî ew xemgîniyê hîs dikin jî pêvajoya heyî hêviyê dide wan. Yildiz Bahçecî got: "50 sal in şerekî qirêj tê meşandin. Em spasiya şehîdên xwe dikin û li ber doza wan û têkoşîna wan serê xwe ditewînin. Wekî gel, em di bin heft qatên erdê de bûn; Rêbertî û şehîdên me, em ji wan kûrahiyan kişandin jor. Eger li vî welatî aştiyek çêbibe, ev bi saya wan e."