Bibîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome
- 14:17 9 Îlon 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Bûca ya Îzmîrê, bi pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştgirî û Hevkariyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Egeyê (EGE-MEBYADER), ji bo şehîdên di dîrok û cihên cûda de jiyana xwe ji dest dane, li Komeleya Piştgiriyê ya Pasûriyan di roja duyemîn de didome.
Tevî malbatên şehîdan, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn. Li salonê pankartên “Şehit Namirin” û “Li ser rêyan Egîdan mirin dibe jîyan” hatin daliqandin. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.
Bîranîn, bi serdan û bi diayan didome.







