Seba Sefîdî hat girtin

  • 12:26 11 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tehranê welatiya bi ola Behayî Seba Sefîdî hate girtin û ji bo ku cezayê xwe yê sê sal û pênc mehî bikşîne sewqî Girtîgeha Qerçaxê ya li Varamînê hat kirin.
 
Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA), welatiya Behayî ya li Tehranê dijî Seba Sefîdî duh hat girtin. Her wiha sê sal û pênc meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û ew ji bo Girtîgeha Qerçaxê ya li Varamînê hat veguhastin.
 
Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên ewlehiyê Seba Sefîdî li ber mala wê ya li Tehranê girtin. Ew pêşî birin Dozgeriya Cenatabadê û piştre ji bo ku cezayê xwe bikşîne, ew veguhastin Girtîgeha Qerçaxê ya li Varamînê.
 
Ev rapor nîşan didin ku girtina Sefîdiyê di nava dema du mehên ku berê ji wê re hatibû dayîn de pêk hatiye, da ku bi xwe re serî li girtigehê bide û cezayê xwe bikşîne.
 
Cezayê ku di Îstînafê de hat erêkirin
 
Seba Sefîdî di Kanûna 2023'yan de ji aliyê Şaxa 36'emîn a Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Tehranê ve bi tohmeta "endamtiya di komên dijî rejîmê de" sê sal û pênc meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Di pêvajoya îstînafê de, ew ji tohmeta "çalakiyên propagandaya li dijî rejîmê" hatibû beraetkirin.
 
Ev welatiya Behayî berê di Mijdara 2023'yan de ji aliyê Şaxa 29'emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve, ku dadweriya wê ji aliyê Elî Mezlûm ve dihat birêvebirin, cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Doza wê ya berê jî hebû
 
Seba Sefîdî di Çileya 2022'yan de jî piştî ku rakiribûn şaxa duyemîn a lêpirsînê ya Dozgeriya Evînê, piştî mehek û nîvekê bi kefaleta 1.5 milyar tûmenî hatibû berdan.