Li Amedê ji bo têkoşerên ku jiyana xwe ji dest dan mewlûd

  • 12:10 12 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan di roja 3'emîn a bîranîna tê lidarxisitn de mewlûd hat dayîn.  
 
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo têkoşerên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Yeterler a Amedê bernameya bîranînê di roja 3'yan de berdewam dike. Li eywanê  wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Em bi we serbilind in cangoriyên Kurdistanê” û “Şehîd Namirin” hat daliqandin. Her wiha li maseyên malbat li ber wêneyên zarokên xwe rûniştibûn  jî ala kesk, sor û zer hatin xemilandin.
 
Sê rojin bi hezaran kesên ku tên serdana malbatan dikin û sersaxiyê dixwazin, vê serê sibehê jî berê xwe dan cihê bîranînê.
 
Di bîranînê dê saet 15.00’an de ji bo têkoşerên jiyana xwe ji dest dane sînevîzyona hatiye amadekiriin bê nîşandan û piştre dê bîranîn bi dawî bibe.
 
Li navçeyên Amedê jî dê bîranîn bi mewlîdên bên dayîn  bi dawî bibe.