Berxwedana ji lêgerîna nasnameyê heta qadên azadiyê dirêj bûye
- 09:02 13 Îlon 2026
- Portre
ENQERE- Nîhle Buket Olmez li Haymana ya Enqereyê tê dinê û li dijî polîtîkayên bênasnamebûnê, lêgerîna têkoşîna li qadên azadiyê dît. Nîhle Buket Olmez ku tevlibûna refên azadiyê wek vejîna nû pênase kir, bû xwedî ked û hewldanek mezin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, ji bo 6 şervanên azadiyê ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, li Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê bîranîn pêk hat. Yek ji şervanên azadiyê ya hat bîranîn Nîhle Buket Olmez bû.
Nîhle Buket Olmez (Bêrîtan Amed) li navçeya Hahmana ya Enqereyê hat dinê û tevî ku malbata wê Kurd bû ji polîtîkayên asîmîlasyonê bi bandor bibûn û ew jî ji nasnameya xwe dur mezin bû. Vê bi Nîhle Buket Olmez re nakokiyek ava kir û tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyonê wê jiyan lêpirsîn kir û li dijî qirkirina li hember gelê Kurd helwestek muxalîf û sosyalîst nîşan da.
Fikrên Abdullah Ocalan nas kirin
Nîhle Buket Olmez digot ku pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên li ser Kurdan tên meşandin pêk tên û digot çareserî ji azadiya gelê Kurd derbas dibe. Nîhle Buket Olmez digot tundiya li ser jinan ji aliyê dewleta mêr ve tê teşwîqkirin û di lêgerîna xwe de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirin.
Tevî zextan dest ji lêgerîna xwe berneda
Nîhle Buket Olmez diyar dike ku wê bersiva nakokiyên xwe di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de dîtiye û ji bo van nakokiyan ji holê rabike jî divê têbikoşe. Bi vê lêgerînê di xebatên siyasî û civakî de cih digire. Ji aliyê dewletê ve çend caran tê binçavkirin lê tevî vê şûnde gavê navêje.
Qad wek vejîna nû pênase kir
Nîhle Buket Olmez zanîngehê terk dike û tevli têkoşîna azadiyê dibe. Nîhle Buket Olmaz tevlibûna qadên azadiyê wek vejîna nû pênase dike û armanca wê li dijî xeta îxanetê têkoşîn bû.
‘Jiyanek wisa wê heta ku derê biçe?’
Nîhle Buket Olmez sedema tevlibûna qadên azadiyê di esasa neheqiyên ku pê re hatiye rû hev vedigot û di roportajek dabû de ev gotin bi kar dianî: “Li dijî neheqiyê ez ne rehet bûm û daxwaza min a tiştekî bikim hebû. Jiyanek wisa wê heta ku derê biçûna?Li Kurdistanê her roj êş tên jiyîn û çima kes deng dernaxe? Çima netewa Kurd tê înkarkirin? Wek jin çima em di plana dawî de tên dîtin?Van bi min re nakokî afirand. Min xwest bibim bersiva vê.
‘Ya tuyê şer bikî yan jî înkar bikî’
Tu Kurd î û dewleteke ku te qebûl nake heye. Ji bilî çûyîna çiyan, bi dewleta Tirk re feraseteke çareseriyê tune ye. Çûyîna çiya û şer kirin rewşek neçar e.Ji bo çareseriyê rêyek din tune ye. Ya tuyê şer bikî yan jî tuyê înkar bikî. “
Hîn bêtir azadbûna xwe hîs kir
Nîhle Buket Olmez li çiyayê Kurdistanê xwe bêtir azad hîs kir û diyar dikir ku bi saya felsefeya Abdullah Ocalan ev azadî pêş ketiye.
Bi ked û sekna xwe bû mînak
Nîhle Buket Olmaz ku bi hişmendiya nêzîkaitya li hembr gel berpirsyariya wijdanî, jiyana xwe domand, di her gava ku diavêt de ked wek keda gel didît û xwe deyndar hîs dikir. Li her qadê bi vê sekna xwe bû mînak.
‘Ez keça Kurd bûm lê malbatê bi me re parve nekiribû’
Nîhle Buket Olmez diyar dikir ku malbata wê di polîtîkayên îmhayê de heliya bû û got: “Tevî bavê min Kurd bû, koka xwe qebûl nedikir. Vê bandorek mezin li min kiribû. Ez keça Kurd bûm lê malbata min ev bi min re parve nekiribû. Vê di tevlibûna min de bandor kir.”
Nîhle Buket Olmez ku jiyana xwe da ser azadiya gelê Kurd di 5’ê Mijdara 2024’an de jiyana xwe ji dest da.







