Ji KJAR'ê pirtûka 'Pêtên Kolanan'
- 11:58 14 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser jiyanname, têkoşîn û bîranîna şehîdên rêya azadî, demokrasî û wekheviyê pirtûka "Pêtên Kolanan" ji aliyê KJAR'ê ve hate weşandin.
Di salvegera 4'emîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de Komîteya Lêkolînê ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) pirtûka "Pêtên Kolanan" weşand.
Pirtûk li ser jiyanname, têkoşîn û bîranîna şehîdên rêya azadî, demokrasî û wekheviyê ye.
Di pirtûkê de rola her şehîdên rêya azadiyê ya li têkoşîna li dijî saziyên zordar û mêrsalan analîz dike.







