‘Êrişa li Rojava êrişa li demokrasiye ye’
- 20:06 14 Îlon 2026
- Rojane
WAN - Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê, li dijî êrişên li ser Rojava û kuştina Sîpan Hiznî meşek li dar xistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku çareserî û aştiya li Sûriyeyê bi ewlekirin û nasîna mafên demokratîk ên gelê Kurd pêkan e.
Platforma Saziyên Demokratîk û Platforma Ked û Demokrasiyê yên Wanê, li dijî êrişên li ser Kurdên Rojava û kuştina Sîpan Hiznî, ji Gumpaş AVMê heta Parka Mûsa Anter meşeke bi girseyî lidarxistin û daxuyaniyek dan. Di meşê de pankarta “Li dijî hişmendiya qirkirinê Rojava em in, em Rojava ne” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Rojava rûmet e, rûmeta gelê Kurd e” û “Şehîd Sîpan nemir e” hatin berzkirin. Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî meş û daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê Diyar Afşîn ve hat xwendin. Diyar Afşîn di destpêka daxuyaniyê de Sîpan Hiznî yê ku di nava Lîwaya Hesekê de peywirdar bû û di encama revandinê de hat kuştin û 9 girtiyên ku di şewata Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr anî. Diyar Afşîn destnîşan kir ku êriş û binçavkirinên li dijî gelê ku bertekên xwe yên demokratîk li dijî qetilkirina Sîpan Hiznî nîşan didin, provokasyona li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk e û got: “Nîşandana van geşedanan mîna meseleyeke eşîrî an takekesi, tenê veşartina aliyê siyasî û civakî yê bûyerê ye. Piştî van êrişên ku beşek ji polîtîkaya bi hev re şerkirina gelan e, di şewata Girtîgeha Kobanê de û mirina 9 ciwanan aloziyê kûrtir kiriye. Ev bûyer ji hev serbixwe nîn in. Ketina hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya bo Kobanê û êrişa wan a li ser gel, destwerdana li hemberî îradeya herêmî û demokrasiyê ye.”
‘Her alî ve lêkolîn bikin’
Diyar Afşîn destnîşankir ku avakirina aştiyê ne bi rêyên leşkerî, axaftin û diyalogê pêkan e û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Gelê Kurd ku 14 sal in mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi kar tîne, divê ev mafê wî nebe mijara bazarê û bi zagonî bête ewlekirin. Divê êrişên li ser çalakiyên demokratîk werin rawestandin. Bûyera qetilkirina Sîpan Hiznî û şewata girtîgehê divê bi her alî ve werin lêkolînkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo raya giştî ya navneteweyî û saziyên demokratîk bang hat kirin ku li dijî polîtîkayên ku hewldanên aştiyê lawaz dikin helwesteke hevpar nîşan bidin û pêşbaziya ber bi avakirina jiyaneke azad û wekhev ve vebikin.
Daxuyanî bi lêdana çepikan û dirûşman bi dawî bû.







