Yekîtiya Komînên Londonê dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî Serokwezîrtiya Îngilistanê kir
- 22:40 14 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Komînên Londonê dosyaya ‘Mafê Hêviyê’ pêşkêşî Serokwezîrtiya Îngilistanê kir.
Piştî çalakiya ku bi daxwaza pêkanîna şert û mercên muzakereya azad a Rêber Apo û mîisogerkirina mafê hêviyê li pêşiya Parlamentoya Îngilistanê hat lidarxistin, daxwazên xwe ji Serokwezîrtiya Îngilistanê re ragihandin.
Di dosyaya ku ji aliyê Akîf Malap, Nejla Arî û Xezal Koçgirî yên ji Yekitiya Komînên Londonê ve hat pêşkêşkirin de, aliyên dîrokî û herêmî yên pirsgirêka Kurd, pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê meşandin û gavên ku ji bo aştiyeke mayînde divê bên avêtin, hatin destgirtin. Ji hikûmeta Îngilîz hat xwestin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê berpirsyariyeke şênber bigire ser xwe.
Di çalakiya berê ya li Westminsterê hat lidarxistin de bi peyama "Hêvî nayê hepskirin" bal kişandibûn ser rola Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de û hatibû xwestin ku şertên ji bo birêvebirina muzakereyeke azad û bi bandor werin afirandin û mafê hêviyê bêyî were derengxistin were pêkanîn. Di dosyaya ku pêşkêşî Serokwezîrtiyê hat kirin de ev daxwaz bi nivîskî ji hikûmetê re hatin ragihandin.
Di dosyayê de bal kişandin ser aliyê navneteweyî yê çareseriya pirsgirêka Kurd û ji Îngilistanê hat xwestin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji bo piştgirîkirina çareseriya demokratîk û aştiyê bi kar bîne. Hat xwestin ku pêvajoya aştiyê bibe rojeva hevdîtinên asta bilind ên di navbera her du welatan de, qenalên diyalogê werin bihêzkirin û teşwîqî gavên pêbaweriyê werin kirin.
Di dosyaya ku cih da tecrubeya Îngilistanê ya di pêvajoya aştiyê ya Îrlandaya Bakur de; hat diyarkirin ku di şopandina bêçekkirinê, vegera jiyana civakî û reformên hiqûqî de dikare piştgiriya teknîkî bike. Hat pêşniyarkirin ku divê ev tecrube, bi berçavgirtina şert û mercên li Tirkiyeyê û vîna aliyên pêvajoyê re were nirxandin.
Hat destnîşankirin ku divê çareseriya mayînde, nasname, ziman, hemwelatibûna wekhev û mafên temsîliyeta demokratîk a Kurdan tê de cih bigirin. Hat xwestin ku jin, civaka sivîl û kesên ku ji şer bandor bûne, bi awayekî çalak tevli pêvajoyê bibin.
Yek ji sernavên sereke yên dosyaya ku pêşkêşî Serokwezîrtiyê hat kirin, ew bû ku ji bo Rêber Apo karibe rola xwe ya di pêvajoya aştiyê de bi cih bîne divê statuya hiqûqî û şertên xebatê werin afirandin.
Di dosyayê de hat diyarkirin ku divê Rêberê Gelê Kurd, wekî yek ji muxatabên sereke yên pêvajoyê, karibe bi parêzerên xwe re bi rêkûpêk hevdîtinan bike, bi nûnerên siyasî û derdorên têkildar ên civakî re têkiliyeke xurt dayne. Ji hikûmeta Îngilîz hat xwestin ku di temasên xwe yên dîplomatîk de misogerkirina van şertan bîne rojevê.
Di dosyaya ku mafê hêviyê di beşeke cuda de hat nirxandin de, hat xwestin ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya derbarê Rêber Apo de were pêkanîn. Bal kişandin ser pêwîstiya verastkirinên hiqûqî yên ku cezayên heta hetayê di ber çavan de bê derbaskirin.
Hat diyarkirin ku divê mafê hêviyê nebe derfeteke ku tenê li ser kaxezê bimîne; bi mekanîzmayek ku li ser pîvanên zelal, gihîştina alîkariya hiqûqî û kontrola darazî ya bi bandor ava bûye bê misogerkirin Bang li Îngilistanê hat kirin ku bi riya pozîsyona xwe ya li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryaran berpirsyariyê bigire ser xwe.
Di dosyayê de hat destnîşankirin ku bicihanîna mafên mirovan nabe bi bazarên siyasî ve were girêdan û misogerkirina mafê hêviyê wê baweriya bi aştî û guherîna demokratîk xurtir bike.
Di nava daxwazan de li Îngilistanê krîmînalîzenekirina xebatên siyasî, çandî û civakî yên gelê Kurd jî cih girt. Hat xwestin ku hikûmet rasterast û birêkûpêk bi saziyên Kurd re di nava diyalogê de be û astengiyên li pêşiya beşdariya demokratîk rake.
Hat daxwazkirin ku divê geşedanên ku PKK’ê dawî li têkoşîna çekdarî anî û biryara fesixkirinê daye neyên paşguhkirin, bi armanca ku ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ya Îngilistanê bê derxistin pêvajoya nirxandina hiqûqî were meşandin.
Di heman demê de di dosyaya ku pêşkêşî Serokwezîrtiyê hat kirin de hat xwestin ku ji bo nîqaşkirina pêşniyaran bi rayedarên wezaretên peywendîdar re hevdîtin bên kirin û derbarê gavên ku hikûmeta Îngilîz bavêje de bersiveke nivîskî were dayîn.







