Maî Sato: Berxwedana 'Jin jiyan azadî' berdewam e
- 10:54 15 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Raportora taybet a Mafên Mirovan a NY ya Îranê Maî Sato bi boneya çaremîn salvegera kuştina Jina Emînî li ser platforma X’ê diyar kir ku berxwedan û biryardariya jin û zarokên keç ên Efganî ji bo mafê wekhev û azadiya takekesî, bênavber didome.
Raportora Taybet a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya Îranê Maî Sato, bi boneya çaremîn salvegera kuştina Jina Emînî ya ji aliyê ‘Polîsên Exlaqê’ ve ku li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû sedemê destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û li dinyayê deng veda, li ser hesabê xwe yê platforma X’ê peyamek parve kir. Maî Sato diyar kir ku tundiya ku di dema serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî pêkanîn, di xwepêşandanên seranserî welat ên di Çileya 2026’an de dîsa hatine bikaranîn.
‘Pêkanîn hê didomin’
Maî Sato da zanîn ku polîtîka û tepeserkirina têkildarî pêkanîna hîcaba bi zorê didome û got: “Tevî ku ‘Yasaya Piştgiriya Malbatê bi rêya teşwîqkirina çanda hîcab û îfetê’ di Çileya 2025’an de bi fermî hate rawestandin jî, pêkanîn berdewam kir. Di nava van pêkanînan de mohrkirina kafe, xwaringeh û dikanan ji ber hebûna kesên bê hîcab û derbarê van mjaran de berdewamiya girtina welatiyan cih digre.”
‘Pêla berxwedanê hê nesekiniye’
Maî Sato, destnîşan kir ku tevî çar sal derbas bûye, pêla berxwedanê ya ji ber vê trajediyê derketiye holê hîn jî nesekiniye. Jin û zarokên keç ji bo bîranîna Jîna Emînî derdikevin kolanan. Derbarê mafên xwe yên bingehîn ên wek azadiya cil û bergan, hilbijartina cihê kar û şêwaza jiyanê û muameleya wekhev li ber yasayê û di civakê de israr dikin. Mafên wek ku vê saziya navneteweyî tekez kiriye, dê qet neyê jibîrkirin.”







