‘Divê statuya Birêz Abdullah Ocalan bê nasîn’

  • 09:03 17 Îlon 2026
  • Rojane
ENQERE - Hulya Yildirim ya OHD’î da zanîn ku ji bo hewcedariyên pêvajoyê rast bên cih divê Abdullah Ocalan xwediyê statuya hiqûqî be û got: “Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne girêdayê destura hinekan be. Ji ber ev pêvajo ji statuya hiqûqî fêdeyê nagire kêm dimîne.”
 
Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir şûnde, çarçoveya zemîna hiqûqî ya pêvajoyê de Qanûna Çarçoveyî bi navê "Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" di 10’ê Tebaxê de di Lijneya Gişî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Der barê bêçekbûna ku qanûnê de hatiye destenîşankirin de rapora tespîtê ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî tê payîn û ji bo pêvajo baştir bê meşandin balê dikşîne ser statuya hiqûqî ya Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Hulya Yildirim der barê mijarê de axivî.
 
Hulya Yildirim da zanîn ku nokteya ku di Qanûna Çarçoveyî  de îtîraz dikin têgeha ‘terorê’ ye û wiha got: “Muzakere dibe ku di zemîna hiqûqî de nehatibe pênasekirin. Lê hebûna muzakereyê zelal û aşkera tê dîtin. Hebûna vê muzakereyê nikare bi têgehên ‘terorê’  bê nîşandan. Em îtîraz dikin û divê qanûn jî bi vî terzî nedomin.”
 
‘Divê zemîna hiqûqî pêk bê’
 
Hulya Yildirim daxuyakirin ku muzakereya tê meşandin di qanûna çarçoveyî de negihiştiye zemîna hiqûqî û wiha bi lêv kir: “Her çiqas di zemîna hiqûqî de neyê watedarkirin jî li holê muzakereyeke heye. Yên muzakereyê dimeşînin hene û muxatabê esas Birêz Abdullah Ocalan heye.  Lê ne muzakere gihiştiye zemîna hiqûqî ne jî statuya hiqûqî ya Birêz Abdullah Ocalan hatiye nasîn. Beriya her tiştî divê ev bên kirin. Di pêkanîna muzakreyê de nokteya esas ev e. Pêwistiyên muzakereyê hene. Ji bo ev bên cih divê statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan, şert û mercên xebat û jiyana wî hebin. Ji ber ku ev muzakereyê dike bin ewlehiyê.”
 
‘Divê qanûn hemûyan bihewîne’
 
Hulya Yildirim di berdewamiyê de got bêçekbûn bi giştî di qanûnê de tê vegotin û qanûn pêvajoya bêçekbûnê ji tespîta MGK’ê re hewcedar dihêle û wiha anî ziman: “Niha qanûneke ku hemû kesên çek berdane nehewîne kêmasiye. Ji ber vê jî kesên ji derve hatine hiştin divê ji bo wan sererastkirin bê kirin. Dema bêçekbûn bi giştî bê pênasekirin û hinek kes ji derveyê vê hiştin ne hiqûqiye. Li aliyê din tespîtên MGK’ê li aliyekî nezelaliyên der barê tespîtan de jî mijara nîqaşê ye. Hem alî demî de zelalî tuneye hem jî tsepît li gorî kîjan krîteran tê kirin zelaliyek tuneye. Heta vê astê hîna tiştek nehatiye kirin. Agahiyeke me ya der barê ku çi bê kirin de tuneye. Di encamê de nezelalî jî dikare di pêvajoyê de rê li ber pirsgirêkan vebike.”
 
‘Ji bo kesên vedigerin bibin kirde divê qanûn bê derxistin’
 
Hulya Yildirim got di çarçoveya qanûnê de di vegran de kes wek ‘ji ceza muaf’  nirxandin, kêmasiye û got ji bo kesên vedigerin bibin kirdeya siyasî û civakî divê hinek sererastkirinên pêwist wek berdewama qanûnê bi lez û bez bên derxistin û bikevin meriyetê.
 
‘Mafê hêviyê mafekî ne girêdayê pêvajoyê ye’
 
Hulya Yildirim di dawiya axaftina xwe de balkişand ser mafê hêviyê û da zanîn ku mafê hêviyê ne mafekî girêdayê pêvajo û qanûna çaçoveyî ye û wiha bidawî kir: “Di 2014’an de bi biryara ‘Ocalan Tirkiye’ ev maf hat derxistin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Tirkiye  di 2021’ê de hişyar kir ku mafê hêviyê pêk bîne. Tevî vê mafê hêviyê nehatiye tesîskirin.Pêkneanîna vê li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ji bo hewcedariyên pêvajoyê rast bên cih divê statuya hiqûqî ya Abdullah Ocalan hebe. Ji ber statuya hiqûqî tuneye pêvajo bi aliyekî kêm dimîne.”