Li Afganistanê ji bo zarokan polên perwerdeya veşartî

  • 12:16 18 Îlon 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Dadwer a Jinan li Afganistanê tevî gef, şert û mercên dijwar ji bo zarokên ku ji xwendinê bêpar mane û hatine dûrxistin, heşt polên veşartî yên perwerdeyê vekir.
 
Tevgera Dadwer a Jinan, bi armanca peydakirina derfetên fêrbûnê ji bo zarokên keç, polên perwerdeyê yên veşartî vekir. Tevgerê ragihand ku wan ev pol ji bo zarokên ku ji perwerdeyê bêpar mane, bikaribin fêr bibin vekirine.
 
Li gorî daxuyaniya tevgerê, niha heşt polên perwerdeyê li sê parêzgehên Afganistanê çalak in û tevî gef û şert û mercên ewlehiyê yên dijwar jî dê xebatên xwe bidomînin.
 
Tevgera Dadwer a Jinan ji ber sedemên ewlehiyê nexwest cihên polan eşkere bike. Tevger yek ji armancên xwe yên bingehîn dibîne ku bi rêya van torên veşartî xizmetên perwerdeyê pêşkêşî jin û keçên afganê bike û piştgiriyê bide wan.