5 rojan de 10 jin hatin qetilkirin:Em ê bêdeng nemînin

  • 19:16 23 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê balkişand ser qetilkirin 10 jinên ku 5 rojan de hatiye jiyîn û bertek nîşanê biryara Aleyla Çakir û operasyonên ‘malbata min di ewlehiyê de ye’ da û got: “Mafê jiyana jinan bi çend sal ceza, berat û darizandinên qels nikare bê piştguhkirin.”
 
Meclîs Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  der barê qetilkirina 10 jinan ku 5 rojan d ehatiye jiyîn, biryara di doza Aleyna Çakir de hatiye dayîn û operasyonên ‘malbata min di ewlehiyê de ye’ daxuyaniyek nivîskî da.
 
Di daxuyaniya bi ser navê ‘em dest ji maf û jiyana xwe bernadin de, balkişandin ser têkiliya di navbera cÎnayetên jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê.
 
‘Jin ne di ewlehiyê de ne’
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkiirn ku her cînayeta jinan encama polîtîka pergala serdest ya mêr û polîtîka bêcezahiştinê ye û wiha domand: “Jin li tu derê ewlehiya wan tuneye. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbarê jinan tên xelatkirin û daraza mêr ji cînayetên jinan bepirse.  Yên polîtîkayên ku malbatên diarpêzin dikin jiyanê ji van cînayetan berpirsin.”
 
Di daxuyaniyê de hat daxuyakirin ku jinên dixwazin ji tundiyê dur bikevin tenê tên hiştin û mekanîzmayên jinan diparêzin pêk nayên.
 
‘Bi çend sal ceza nikarin piştguh bikin’
 
Di daxuyaniyê de bertek nîşanê biryara di dosya Aleyna Çakir de hatiye dayîn jî hat dayîn û wiha hate gotin: “Biryar nîşaneya polîtîka bê cezahiştinê ye. Mafê jiyana jinan bi çend sal ceza, berat û kêmasiyên darazê nikare bê çareserkirin. Pêkanînên wek navbeynkariyê jî rîska ewlehiya jinan zêde dike. Divê Peymana Stenbole û Qanûna 6284 ji bo pêşîgirtina qetilkirinên jinan bi bandor pêk bê.  Divê dawî li polîtîka bêcezahiştinê bê anîn.”
 
Her wiha di daxuyanyê de operasyonên ‘malbata min di ewlehiyê de ye’ hatin bibîrxistin û hat destnîşan kirin ku jin dest ji têkoşîna azadî û wekheviyê bernadin.