‘Bi hincetên dijmirovahî tahliye tên astengkirin’

  • 09:02 30 Îlon 2026
  • Rojane
Azîze Akoglu
 
ENQERE- Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û da zanîn ku tahliyeya girtiyan bi hincetên dijmirovahî tên astengkirin û divê demildest Lijneyên Îdarî û Şopandinê bên rakirin.
 
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, girtî bi binpêkirinên mafan yên giran re tên rû hev. Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê di rojên borî de raporek aşkera kir û da zanîn ku li 38 girtîgehên Anatolya Navîn di sala 2025’an de li hember girtiyan herî kêm 2 hezar û 338 binpêkirinên mafan hatine jiyîn. Bi taybet li girtîgeha Jinan Sîncanê tahliyeya girtiyên jin bi hincetên kêfî ji aliyê Lijneyên Îdarî û Şopandinê ve tên atengkirin.
 
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê Sevîl Turgut, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan nirxand.
 
‘ÎGK xwe dikin şûna dadgehên duyemîn’
 
Sevîl Turgut da zanîn ku bi salan e li girtîgeha Sîncanê girtiyên jin tevî ku dema înfazê tije kirine û girtiyên jin yên 30 sal in girtîne hene û got: “Bi biryarên lijneyê tahliyeya wan tên astengkirin. Bi hincetên dijmirovahî tahliye tên astengkirin. Cezayê xwe girtine, qedandine lê ÎGK xwe dikin şûna dadgehê duyemîn û asteng dibin. Ji bikaranîna avê heta xwendina pirtûkan, ferzkirina poşmaniyê û bi hincetên kêfî azadiya mirovan tê xespkirin.”
 
‘Girtî bi pêkanînên dijmirovahî re rû bir û ne’
 
Sevîl Turgut diyar kir ku girtî nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê û ev nirxandin kir: “Lêgerînên tazî, lêgerîna dev, bi wesayîtên rîngê birin û anîn, bi kelepçeyê dermankirin. Ev pekanîn û gelekên din li girtîgehên Anatolyaya Navîn hene. Bi taybet ev 15 sal in rewşa girtîgehan giran dibe. Azadî û mafê mirovan tê xespkirin. Girtî bi binpêkirinên dijmirovahî re rû bi rû ne.”
 
‘Her cureyê bêewlebûnê heye’
 
Sevîl Turgut destnîşan kir ku ew wek Şaxa ÎHD’a Enqereyê şopdarê girtîgehan e û wiha bi lêv kir: “Em binpêkirinan tespît dikin û dikin rapor. Em ji cihên têkildar re radigihînin. Lê encama vê de tiştek naguhere. Divê malbat, sazî û dezgeh bi hev re li dijî vê sekna xwe nîşan bidin. Li girtîgehan her cureyê bêewlebûnê tê jiyîn.”
 
‘Nikarin mafên xwe bikar bînin’
 
Sevîl Turgut di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mirovên ku dadgehê ceza li wan biriye cara duyemîn hewl tê dayîn ku bên cezakirin û wiha dawî lê anî: “Her kes xwedî mafê ku bi zimanê xwe bixwîne, binivîsine ye. Lê nikarin vî mafî bikar bînin. Pirtûkên ku îdare destûrê didê dikin hundir. Cil û bergên ku îdare destûr didê dikin hundir. Ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovan e. Divê demildest ev lijne bên rakirin. Divê girtiyên cezayên wan qedyane bên tahliyekirin. Ev demek dirêj e em vê tînin ziman û em ê her tim bînin ziman. Divê her kes li dijî binpêkirinan dengê xwe bilind bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”