Polîtîkaya civakî keda jinê ya nayê dîtin li ber çavan digire
- 09:03 30 Îlon 2026
- Rojane
Pelşîn Çetinkaya
AMED - Şaredariya Bajarê mezin a Amedê ku xebatên xwe yên li hember welatiyên bi nexweşiyên kronîk dijîn, ji xizmeta tenduristiyê wêdetir dimeşîne, balê dikşîne ser barê lênerînê ya li ser milê jinan. Bi teqsiya civakî, xurekên bê gluten, terapî û diyetisyen keda jinê ya nayê dîtin derdixe holê û xurtkirina xwegîhandina wekhev a mafê tenduristiyê hedef dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Piran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca kesên astengdar, kal û pîr zêdetir tevli qada jiyanê bibin û standardên jiyana wan bê başkirin xebatên xwe didomîne. Der barê kesên astengdar de xebatên şêwirmendî, neqilkirin, alavên medîkal, perwerde û atolyeyê tên dayîn, ji bo kesên nexweşiyên wan yên kronîk hene jî piştgiriyên cur bi cur tên dayîn.
Di bin banê Serokatiya Daîreyê de Midûriyeta Şaxa Astengdaran, Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kronîk û Midûriyeta Xizmetên Kal û Pîran heye. Di bin banê Midûriyeta Şaxa Astengdaran de jî Navenda Piştgiriya ji bo Astengdaran, Navenda Jiyan bi Hevre, Mala Mola ya Şehîtlîkê û Mala Mola ya Peyasê xizmetê didin. Di bin banê Şaxa Xizmetên Kal û Pîran de Yekîneya Xizmetên Kal û Pîr û Mala Çîrokbêjan xebatên xwe dimeşîne.
Ji bo hezaran kesî piştgirî
Li Navenda Piştgiriya Astengdaran ji xizmetan bi giştî hezar û 613 kesî fêde girt. Ji xizmeta serwîsa bê pere 2 hezar û 569 kesî fêde girt.
Li navendê qursên pîşeyî û hobiyê hene. Li navendan hezar û 107 xwendekarên astegdar hene. Rojê 110 xwendekar jê fêdeyê digirin çarçoveya xizmeta taştê de ji bo 21 hezar û 465 xwendekarî taştê hat dayîn.
Li gorî hewcedariyên kesên astengdar çarçoveya alavên medîkal de ji bo 636 kesî piştgirî hat dayîn, çarçoveya xebatên lêkolîna civakî de 777 malbat hatin ziyaretkirin, ji tamîrata kursiyên astengdaran 388 kesî fêde girt.
Li 9 nokteyî îstasyona şarjê
Li bajar 9 îstasyonên şarjê yên wesayitên bi aku hene. Ligel navenda Piştgiriya Astengdaran, navenda Jiyanê ya Aktîf, Mala Mola ya Peyas û Mala Mola ya Şehîtlîkê, li qada Deriyê Çiyê, Kolana Hunerê ya Ofîsê, Ceylan AVM, Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê mezin ev îstasyon cih digirin.
Xebata qadê ya çarçoveya Projeya Nexweşerêya Astengdaran ku bi 17 şaredariyên navçeyê re hevpar tê meşandin ji sedî 20 temam bû. Her wiha ji bo astengdarên nabînin 56 pirtûk hatin xwendin.
Piştgiriya xurekê ya ji bo nexweşên çolyakê
Ji aliyê Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kronîk ji bo nexweşên çolyak û pençeşêrê xebat tên meşandin. Bi armanca xwegîhandina xizmetên tenduristiyê ji bo nexweşên pençeşêrê bê hêsankirin Projeya Teqsiya Civakî xistin jiyanê û ji bo 74 nexweşî 233 serwîs hatin dayîn.
Li bajar hezar û 905 nexweşên çolyakê hene û piştî tespîtkirina nexweşan sê hezar û 500 koliyên xurekên bê gluten hatin dayîn. Ji bo nexweşên Fenilketonuri (PKU) 38 koliyên xurekê yên proteîna wê kêm hat belavkirin, ji bo jinên nexweşên pençeşêrê terapî hat dayîn.
611 kal û pîr qeydkirî ne
611 kal û pîrên li Yekîneya Xizmetên Kal û Pîran qeydkirî ne, hene. Bi hevkariya vê yekîneyê, ji bo piştgiriya kesên kal û pîr xebat tên meşandin. Serokatiya Daîreyê ne tenê ximzeta kal pîr û astengdaran, ji bo jiyana wan ya civakî jî çalak be xebatan dimeşîne.
Midûra Şaxa Nexweşiyên Kronîk Sevda Erdem Ateş der barê xebatên bin banê şaredariyê de tên meşandin axivî.
Polîtîkayek piştevanî û tenduristiyê ya ku barê jinan sivik dike
Sevda Erdem Ateş da zanîn ku bi xebatên dimeşînin balê dikşînin ser keda jinê ya nayê dîtin û got: “Midûriyeta Nexweşiyên Kronîk di serê 2025’an de hat avakirin û gelek xebat xist jiyanê. Heta îro koliyên çolyakê hatin belavkirin, perwerdehiyên xwedîbûna bê gluten, ji bo nexweşên pençeşêrê rehet biçin û bên teqsiya civakî ket jiyanê, perwerdehî ji bo nexweşan hat dayîn, alîkariya medîkal û diyetisyenê hat dayîn. Nokteya esas a van nexweşiyan ev bû keda jinan a nedihat dîtin bê xuyakirin.”
‘Nexweşî bandor li ser jiyana jinê dike'
Sevda Erdem Ateş got nexweşiyên kronîk bandor li ser jiyana malbatê dikin û bi taybet jî li ser ya jinan dike û got: “Ev nexweşî tenê ji pirsgirêka tenduristiyê ya kes bêpar tînin. Bandor li jiyana malbatê dikin. Barê giran dikeve ser milê jinê. Jin xwedîbûna zarokên xwe yên nexweş dişopînin, refakat dikin, li kar û pîran dinêrin. Em bi xebatên xwe du tiştî dikin; em barê aborî kêm dikin, barê lênerînê hêsan dikin. Her wiha me bi xizmeta teqsiya civakî pêvajoya dermankirina nexweşên pençeşêrê jî hêsan kir û barê aborî, barê li ser jinan hêsan kir. Bi teqsiya civakî barê dermankirina nexweşên pençeşêrê hat hêsankirin.”
‘Em terapiyên şexsî û komî girîng dibînin’
Sevda Erdem Ateş bi lêv kir ku bi terapiyên komî hestê tenêtiyê ya jinan ji holê radikin û ji bo parvekirina tecrube û piştevaniya wan piştgirî tê dayîn. Sevda Erdem Ateş wiha vegot: “Ji bo jin xwe tenê hîs nekin û em hêzê bidin wan piştgiriya diyetîstyenê û dîtina keda jinan a malê ev terapiyên şexsî û komî girîng in. Em piştgiriya diyetîsyen didin û bi agahiyên profesyonel piştgiriyê didin wan. Xizmetên tenduristiyê tenê bi dermankirinê ne bi sînor in. Bi polîtîkayê ku barê giran yê li ser jinan û aborî kêm dike digirin dest. Em alavên tansiyon û medîkal jî didin.”







