Jinan li dijî tundiyê dest bi nobedê kiir

  • 14:55 2 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED -  Tora Amedê ya li Dijî Tundiyê, ji bo bertek nîşandana li hember kuştina jinan li bajêr, dest bi  "Nobeda Jin, Edale û Bîrê" kir.Torê ragihand ku dê her roja Sêşemê li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe li dar bixin.
 
Tora Amedê ya li Dijî Tundiyê, deklerasyona xwe ya bi dirûşma 'Nobeda Jin, Edalet û Bîrê" ku ji bo bersivdayîna zêdebûna hejmara kuştina jinan hatiye destpêkirinli Komeleya Jinan a Rosa ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê eşkere kir. "Nobeda Jin, Dadperwerî û Bîrê" ku bi armanca xuyakirina têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina edalet hatiye organîzekirin, dê roja Sêşemê, 6'ê Cotmeha 2026'an, saet 12:30'yê li ber Edliyeya Amedê dest pê bike û dê ji bo deh hefteyan, her roja Sêşemê li heman cih û demê bidome.
 
Endama Mafên Jinan a Baroya Amedê ku li ser navê jinan daxuyanî xwend hemû jin vexwendin çalakiyê û got, "
 
Başlatılacak nöbete herkesi davet eden İrem İlhan, “Roja Sêşemê, 6'ê Cotmeha 2026'an, saet 12:30'ê nîvro, em li ber avahiya edliyê dest bi çalakiya 'Nobeda Jin, Edalet û Bîrê" dikin. Em ê vê nobedê ji bo deh hefteyan, her roja Sêşemê li heman cih û di heman demê de li dar bixin. Her hefte, em ê çîrokên jinan parve bikin, rêz li bîranîna wan bigirin û bi awayekî kolektîf têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina edaletê derxin pêş û bidin nîşandan. Em bang li jinan, rêxistinên jinan, komên hiqûqî û mafên mirovan, saziyên demokratîk û her kesê ku parêzvaniya jiyanê dike dikin ku beşdarî nobeda me bibin. Em ê wan jinên ku hatine qetilkirin ji bîr nekin. Em ê nehêlin ku mirinên bi guman di tariyê de bimînin. Em ê bi hev re, li hemberî kuştina jinan, parêzvaniya rastiyê, edaletê û jiyaneke azad bikin."