Ayşe Gokkah hîna girtiye: Divê bê tehliyekirin
- 09:05 12 Cotmeh 2026
- Rojane
Gulistan Gulmuş
RIHA - Parêzer Berfîn Gokkan Baran da zanîn ku divê Ayşe Gokkan ya li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye bê tehliyekirin û got: “Em wisa difikirin ku wê dosya ji nû ve xera bibe. Ger dosya xera bibe divê Ayşe Gokkan bê berdan. Di vê mijarê de hewce pê heye ku rayagiştî bê avakirin û piştgirî bê dayîn.”
Bedevka demî ya berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji ber xebatên têkoşîna azadiya jinan, xebatên der barê gelê Kurd û Kurdî de hat girtin û bi salan e tê darizandin. Di rûniştina ku di 19’ê Hezîranê hat dîtin de li Ayşe Gokkan bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ cuda cuda 12 sal û 7 sal û 6 meh ceza bi giştî 19 sal û 6 meh ceza hat birîn û biryara berdewamkirina girtinê hat dayîn.
Ayşe Gokkan ji 28’ê Çileyê 2021’ê heta niha li girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtiye. Birazî û parêzera wê Berfîn Gokkan Baran der barê pêvajoya darizandin û tehliyeyê de axivîn.
Ayşe Gokkan çima hat girtin?
Berfîn Gokkan pêvajoya darizandin û biryarên der barê Ayşe Gokkan de hatiye dayîn bibîr xist û got: “Ev 6 sal in bi awayekî dijhiqûqî girtiye. Di Kanûna 2024’an de dadgeriyê piştî dosyaya Ayşe Gokkan kir yek, biryara xerakirinê da. Du esasên vê hebû. Ya yekemîn ji ber sedema ku endamtiya rêxistinê sûc e nikare navber bê dayîn. Ya duyemîn jî ji sûcê endamtiya rêxistinê du cezayên cuda nikarin bên dayîn. Ji ber vê dadgeriyê dosya xera kirin û kir yek. Niha tenê dosyayek heye. Dema dosya xera kir ji propagandayê 3 sal ceza erê kir. Ji ber vê jî dosyayek niha heye û ew jî niha li dadgeriyê ye.”
Parêzvaniya maf sûc hat dîtin
Berfîn Gokkan da zanîn piştî xerakirina biryarê doz li dadgeha herêmî tê dîtin û wiha got: “Divê Ayşe Gokkan bê beratkirin. Dadgeriyê di biryara xerakirinê de biryar da ku ceza pir zêde ye 27 sal ceza dayîn pir zêde ye û ji ber vê jî divê yek ceza bê dîtin. Dema dosya biçe dadgeha herêmî divê di rûniştina yekemîn de li gorî biryara dadgeriyê tevbigerin. Em çiqas beratê bixwazin jî wê dadgeh li gorî biryara xerakirinê tevbigere û darizandinê bidomîne. Parastina maf sûc hat hesibandin. Parastina mafê jinan, mafê mirovan, mafê zimanê dayikê, ya Peymana Stnebolê sûc hat hesibandin.”
Tevî raporê girtiye
Berfîn Gokkan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku xebatên jinan yên di DTK, KJA û TJA’yê de yên Ayşe Gokkan wek delîl hatine nîşandan û got: “Me di parastinên xwe de balkişand ser nirxandinên DMME’yê yên der barê Aysel Tugluk, KJA, TJA’yê . Me bi biryara Ayla Akat Ata testpît kir ku tu têkliliya van saziyan bi rêxistineke îlegal re tuneye. Tevî rapora kesê dizane Ayşe Gokkan hîna girtiye.”
‘Divê bê tehliyekirin’
Berfîn Gokkan da zanîn ku ew dipên ku dosyaya ji nû ve çûye dadgeriyê bê xerakirin û biryara tehliyeyê bê dayîn û wiha dawî lê anî: “Divê demildest biryara tehliyeyê bê dayîn. 12 sal ceza lê hat birîn. Em difikirin ku wê dosya ji nû ve bê xerakirin. Nexweşiya tansiyonê ye 64 salî ye. Edî nikare di şertên girtîgehê de bimîne. Em wisa difikirin ku wê dosya ji nû ve xera bibe. Ger dosya xera bibe divê Ayşe Gokkan bê berdan. Di vê mijarê de hewce pê heye ku rayagiştî bê avakirin û piştgirî bê dayîn.”







