KNK'ê êrişên li ser sembolên kurdan şermezar kir
- 13:13 14 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê êrişên li ser sembolên Kurdî û wêneyên pakrewanan li bajarê Hesekê şermezar kir û daxwaza lêpirsînek tavilê kir da ku şert û mercên van êrişan werin eşkerekirin û ên li pişt wan werin darizandin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê bûyerên li Hesekê û êrişa li ser nirx û sembolên Kurdî daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya KNK`ê wiha ye:
"Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK bi fikar û bi tundî şermezar dike, wêne û dîmenên ku tên belavkirin ku nîşan didin komên provakator li parêzgeha Hesekê êrîşî sembolên Kurdî dikin, ji al, wêneyên şehîdan ku îradeya gelê Kurd temsîl dikin, û ev di dîmenekî xeternak de gihîştiye radeya bikaranîna zarokên biçûk di van kiryarên hovane de.
Ev kiryar ne tenê kiryarên takekesî yên derbasbûyî ne, belku kiryarên nîjadperest û provakator ên bi rêk û pêk in ku armanca wan gurkirina fitne û nefretê ya neteweyî, têkbirina nirxên jiyana hevbeş, redkirina pêvajoya entegrasyona demokratîk û heqaretkirina kerameta gelekî resen e, û bi temamî li dijî hemû yasa û normên navneteweyî û mafên mirovan û mafên zarokan e.
Em wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava tekez dikin li ser van xalan:
* Em bi tundtirîn gotinan van kiryarên şovenîst û provakator ên ku Kurdên li Rojava û Sûriyeyê dikin armanc şermezar û protesto dikin û em wê wek sûcê nefretê yê temam dibînin.
* Em berpirsiyariya temam dixin stûyê Dewleta Sûriyeyê û desthilatên fiîlî ji bo parastina ewlehiya welatiyên Kurd û parastina sembol û mafên wan, û ji bo rêdana belavbûna axaftina nefretê û provakasyonê li kolanan bêyî tu astengiyek. Bêdengiya dewletê li hember van kiryaran tê wateya hevkarî û teşwîqkirina wan.
* Bikaranîna zarokan di kiryarên siyasî yên provakator û heqaretkirinê de binpêkirineke eşkere ya Peymana Mafên Zarokan e, û metirsiyeke mezin dixe ser tevna civakî û nefretê di nava nifşên pêşerojê de diçîne.
* Em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mafên mirovan ên xwecihî û navneteweyî dikin ku van binpêkirinan belge bikin û şermezar bikin, û em bang li Rêveberiya Sûriyeyê dikin ku tavilê lêpirsînekê veke û provakator û aliyên li pişt wan bisekinîne û wan ceza bike.
* Em tekez dikin ku Kurdên li Rojava û Sûriyeyê pêkhateyek resen û bingehîn in, û mafên wan ên neteweyî û siyasî rewa ne, û ev kiryarên erzan dê nikaribin wan têk bibin, belku dê israra me zêdetir bike li ser girtina yekîtiya refa Kurdî û parastina destkeftiyên gelê me.
Em bang li hemû hêzên neteweyî yên demokratîk ên Sûrî û Ereb ên şerîf dikin ku van kiryaran şermezar bikin û li dijî axaftina nefretê bisekinin, ji ber ku pêşeroja Sûriyeyê nikare li ser provakasyon û dûrxistinê were avakirin, belku li ser naskirina hevdu û rêzgirtinê."







