Li Qamişloyê komxebata diyalogê
- 12:21 18 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, îro li bajarê Qamişloyê, bi komxebatek bal hat kişandin ser bihêzkirina têkoşîna hevbeş li dijî tundiya li ser jinan.
Di civakeke ku tundî li dijî jinan hê jî bi awayên cuda xwe nîşan dide de, parastina maf, nasname û azadiya jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, erka hemû civakê ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê divê ji çarçoveya rojekê derbas bibe û bibe helwesteke civakî ya domdar, li ser bingeha wekhevî, dadwerî û rêzgirtina ji hebûna jinan ava dibe.
Di vê çarçoveyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinn îro li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Komxebatek diyalogê bi beşdariya hejmarek ji tevger û rêxistinên jinan li dar xist.
Komxebat bi dirûşma “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan, bibin yek. Jin Jiyan Azadî” hat lidarxistin. Armanca wê jî vekirina nîqaşên li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê, yekrêziya hewldanên jinan û bihêzkirina piştgiriya civakî ji bo avakirina jiyana azad û bê tundî ye.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Bêrîvan Omer bi xêrhatina hemû beşdarên komxebatê kir. Bêrîvan bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan ji bo parastina maf û azadiyê û li dijî hemû cureyên tundiyê her wiha tekez kir ku 25’ê Mijdarê derfetek e ji bo nûkirina soz û helwestên hevbeş di pêşxistina têkoşîna li dijî tundiyê de.
Di komxebatê de sê mijarên sereke hene. Ji aliyê siyasete ve Semer Ebdelah, aliyê hiqûqî ve Îlham Mitlî û mijara entegrasyonê ji aliyê Bêrîvan Xalid ve dê bê nîqaşkirin. Her yek ji van mijaran dê ji aliyê cuda ve li ser rewş, maf û astengiyên ku li pêşiya jinan hene were nirxandin.







