Ji bajarên Serhedê: Her ku em tên gel hev jiyana azad geş dibe

  • 15:39 8 Adar 2026
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyanî û pîrozbahiyên ku li bajarên Serhadê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin lidarxistin de, hate destnîşankirin her ku jin tên cem hev û hevgirtinê xurt dikin, jiyana azad geş dibe.

Li gelek bajarên Serhadê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîrozbahî, civîn û daxuyanî hatin lidarxistin.
 
Îdir
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi rêya Meclîsa Jinan, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan  a Cîhanê li avahiya Rêxistina partiya xwe a Îdirê bi dirûşma "Em Bi Berxwedanê Azad Dikin, Em Civatek Demokratîk Ava Dikin" civînek jinan li dar xist. Pankartek bi nivîsa "Em li dijî kuştina jinan serî hildidin, em ber bi azadiyê ve dimeşin" hate vekirin. Parlamentera Agrî ya DEM Partiyê Nejla Demîr û gelek jin beşdarî civînê bûn. Piştî deqeyek rêzigiritnê, li ser navê Meclîsa Jinan a Dem partiyê berdevka meclisê Bahar Etrece axaftina vekirinê kir.
 
'Têkoşîn û berxwedana jinan li her derê ye'
 
Bahar Etrece, li ser pêvajoya berdewam şîrove kir û diyar kir ku divê di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke cidî were girtin. Bahar Etrece got, "Têkoşîna jinan li dijî pergala serdestiya mêran serî hildaye û dê mêran jî azad bike. Pergalê jinan bindest û îşkence kir; lê tiştek ji bîr kir: Têkoşîn û berxwedana jinan li her derê ye û dê her cihî veguherîne qadeke berxwedanê."
 
Parlamentera Dem Partiyê Nejla Demîr û Hevşaredara Îdirê Nejla Kum jî axivîn û 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin.
 
Hevdîtin bi govendê bi dawî bû.
 
Agirî
 
Di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li navenda bajarê Agirî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji ber pirtûkxaneya giştî ya kevin dest pê kir, li ser Kolana Cumhuriyetê heta Qada Şakiro berdewam kir. Hevşaredara  Agirî Hazal Aras, endamên meclîsên jinan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek jinên din beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de, jinan gelek caran dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Jin jiyan azadî, dê jin azad bike rêberî" berz kirin.  Piştî meşê, jin gihîştin qada Şakiro û li wir bi govend, stran û dirûşman 8'ê Adarê pîroz kirin.
 
Hevşaredara Agirî Hazal Aras li qadê axivî û bal kişand ser berpirsiyariya jinan di cîhanekê ku şer berdewam dikin û aştî nehatiye bidestxistin. Hazal Aras got, "Heke şer berdewam bikin û aştî neyê û em jin nikaribin vî şerî rawestînin, em dibin şirîkê vê. Heta ku ruhê berxwedanê li cem me hebe, em ê jin bin. Heta ku em jin bin, em ê mirov bin û heta ku em mirov bin em ê azadiyê pêk bînin."
 
Çalakî bi govendên gelêrî bi dawî bû.
 
Qers
 
Li navenda DEM Partiyê ya Qersê , bi pêşengiya Meclîsên Jinan ên DEM Partiyê û DBP'ê yên bajêr, ji bo bîranîna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê civînek jinan hate lidarxistin. Civîna ku bi dirûşma "Em jiyaneke azad û wekhev ava dikin" hate lidarxistin, gelek jin beşdar bûn.
 
Hevseroka Bajarê Qersê ya DEM Partiyê Arzu Savaş Derman di civînê de axivî û diyar kir ku 8'ê Adarê têkoşîna jinan ji bo wekhevî, azadî û jiyanê sembolîze dike. Arzu Savaş Derman diyar kir ku jin bi salan e li dijî pergala serdest a mêran li ber xwe didin û got, "8'ê Adarê roja ked, berxwedan û lêgerîna azadiyê ya jinan e. Her ku jin werin cem hev û hevgirtinê xurt bikin, deriyên jiyaneke wekhev û azad dê vebin."
 
Mûş 
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) li Mûşê bi dirûşma  “Direnişle em bi berxwedanê azad dibin û civka demokratîk ava dikin" meş hat lidarxistin. Jinên ku li bin Kreşa Yeşilce kom bûn, jin ber bi Taxa Yeşilyurtê ve ber bi dirûşman meşmên, "Bijî berxwedana jinan", "Bijî têkoşîna jinan"  berz kirin. Gelek saziyên jinan û rêveberên jin ên DEM Partî û DBP'ê tevli meşê bûn.
'Serkeftin bi saya têkoşîna jinên Kurd a ji bo azadiyê ne'
 
Sümeyye Boz diyar kir ku wan îsal 8'ê Adarê wekî roja têkoşîna li dijî şer bi bîr anîne û got, "Çawa ku em dibêjin jin di pêvajoya 'Civaka Aştî û Demokratîk' de pêşengên aştiyek bi rûmet in, jin di têkoşîn û bidestxistina aştiyê de jî pêşeng in. Ger îro li ser danûstandinên aştiyê nîqaş bên kirin, dirûşmeya me dê 'Îro dema jinan e' be. Eger îro jin dikarin bi dirûşmeyên 'Jin, jiyan, azadî' li kolanan bimeşin û destkeftiyan bi dest bixin, ev bi saya têkoşîna azadiya jinên Kurd e.”
 
Berîvan Bahçecî jî bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê û got jinan li hemû qadan li ber xwe dane. 
 
Piştî axaftinan jinan li ber erbaneyan govend gerandin.