Li Serhedê agirê ewil li Bazîdê wê bê vêxistin

  • 18:57 10 Adar 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Îsal li herêma Serhedê agirê ewil ê Newrozê dê li Bazîdê bê vêxistin. Komîteya Amadekar got: “Ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin, divê em li qadê bin.”
 
Li Serhedê Newroza îsal dê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li navçeya Bazîd a Agiriyê bê pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî dê beşdarî pîrozbahiyê bibe. Pîrozbahî sibê (Çarşem) saet di 12.00’an de li qada Girtîgeha Kevn dest pê dike. Serokê Komîteya Amadekar Mehmet Seferoglû got: “Em li benda hemû gelê xwe ne. Ji bo em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin, divê em sibê li qadê bin.”