Li Silêmaniyê çalakiya 8’ê Adarê hate lidarxistin

  • 16:50 8 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tora 8’ê Adarê bi meşekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê pîroz kir.
 
Li ber Deriyê Sera ya Silêmaniyê bi pêşengtiya Tora 8’ê Adarê meşekê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê hate pîrozkirin.
 
Di çalakkiyê de daxuyaniya Tora 8’ê Adarê ji aliyê Endama Tora 8’ê Adarê Şede Beşîr ve hate xwendin.
 
Di çalakiyê de bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrkirin.
 
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser qetilkirina jinan û ev hate gotin: “Qetilkirina jinan êrişeke cidî ye ji bo têgiha mirovbûn û yek ji sûcê herî durindane û sûcê mirovahiyê ye di roja me ya îro de di nava civakê de gefeke mezine li ser jinan û ewlehiya jinan dike. Daneyên qetilkirina jinan vê yekê nişanî me dide ku jin di bin gefeke ya metirsiya mezin de ne. Yasa jî nikarin jinan biparêzin.”
 
Di dewama daxuyaniyê de rexne li bêdengiya hikûmetê hate girtin û ev hate gotin: “Bêdengiya hikûmetê ya li hemberî qeitlkirina inan, sînorê neberpirsyarbûnê jî derbas kiriye. Divê gavên civî ji bo pêşîgirtina qetilkirina jnan bê avêtin.Ev bang ne tenê ji bo hikûmetê ji bo saziyên navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ye jî. Daxwaza me dîtina çareseriyekê ji vê rewşa metirsîdar re heye.”
 
Piştre jî Endama Tora 8’ê Adarê Çîmen Omer dauyaniya Piştevaniya Ji bo Jinên Karker xwend.
 
Di dewama çalakiyê de li ser navê Nûnertiya Saziya Azadiya Jinan Kejal Ebulqadir daxuyaniyek xwend.