Li Mêrsînê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 14:22 10 Adar 2026
  • Rojane
MÊRSÎN – Bi sedan kes li Parka Aştiyê ya Mersînê kom bûn û agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mersînê pîrozbahiyên Newrozê bi pêxistina agirê Newrozê ya li Parka Aştiyê ya navçeya Akdenîzê dest pê kir. Girseya ku li ber avahiya navçeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bû, bi erbanê ber bi Parka Aştiyê ve meşiya. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî Newroz" û "Jin jiyan Azadî" hatin berzkirin. Piştî meşê, bi sedan kes tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn û jin bi kincên xwe yên Kurdî tevlê bûn. 
 
Piştî meşê, girse li dora agirê Newrozê yê ku li parkê hatibû pêxistin govend gerandin. 
 
Hevserokê Şaxa bajarê Mersînê ya DEM Partiyê, Reşat Aşan banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê ya ku dê di 22'yê Adarê de li Meydana Tirmil a navçeya Akdenîz a Mersînê bê lidarxistin, kir.
 
Piştre endama Komîteya Cejna Newrozê Meral Gultekin axivî û got, "Her agirê ku di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de tê pêxistin dê îradeya gelê me yê berxwedêr zêde bike, yekîtîya me xurt bike û bibe sembola biryardariya me ya parastina pêşeroja me ya hevpar. Ev meşa dîrokî dê bi  yekîtîya neteweyî xurt bibe."