Li Amarayê agirê Newrozê hate vêxistin
- 18:11 11 Adar 2026
- Rojane
RIHA - Li Taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate vêxistin.
Li Rihayê agirê ewilî yê Newrozê li Taxa Amara ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, hate vêxistin. Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê pêşengî ji şahiyê re kir û gelek ciwan beşdar bûn. Di şahiyê de govend hate gerandin, stran hatin gotin.
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Bêrîvan Kocaoglu bi Kurdî, Kerem Bilgîn jî bi Tirkî axivîn. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku Newroz ji bo gelê Kurd sembola azadî û berxwedanê ye û hate diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk wê têkoşîn bidome.
Piştî axaftinan li mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, agirê Newrozê hate vêxistin. Şahî bi gerandina govendê, stran û helbestan bi dawî bû.







