Nobeta Aştiyê ji bo ‘azadiya zimanê dayikê’ hate girtin
- 15:58 15 Gulan 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Şaxa ÎHD’a Şirnexê di çalakiya Nobeta Aştiyê de daxwaz kir ku Kurdî bibe zimanê fermî û îşaret bi girîngiya zimanê aştiyê kir.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, ji bo piştgiriya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re çalakiya Nobeta Aştiyê dabû destpêkirin. Nobet, di hefteya duyemîn de dom kir. Nobet, li avahiya şaxê ya li navçeya Cizîrê hate girtin û gelek kes çûn serdanê. Li eywana nobetê pankartên “Şer dikuje aştî dide jiyîn” û “Heke çiyê, mirov heta mirin jî westiyabe, niha helbesta herî xweşik aştî ye” hatin daliqandin.
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Şirnexê Şivan Sakman di nobetê de axivî. Sakman, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir, îşaret bi têkoşîna ÎHD’ê ya ji bo ziman kir û xwest Kurdî bibe zimanê fermî. Sakman, da zanîn ku heta aştî çêdibe, gavên zagonî tên avêtin dê çalakiya wan bidome. Kesên tev li nobetê bûn jî nêrînên xwe yên têkildarî aştî û daxwaza zimanê dayikê anîn ziman.







