Li Pîranşarê jina Kurd Naznîn Hûseyînpûr hat binçavkirin

  • 15:23 21 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nişteciha Pîranşarê Naznîn Hûseyînpûr piştî ku serî li Rêveberiya Îstîxbaratê da, hat binçavkirin û birin cihekî nediyar. Malbata wê di nava fikarê de ye û ji ber ku agahî ji rewşa wê nayên girtin.
 
Nişteciha Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê Naznîn Hûseyînpûr, piştî ku serî li Rêveberiya Îstîxbaratê ya Pîranşarê da, hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.
 
Her wiha hat ragihandin ku dema malbata wê çûye da ku li ser rewşa wê agahiyan ji saziyên pêwendîdar bigire, bê encam maye û ji wê demê ve tu agahî jê nayê girtin. Tê gotin ku di dema binçavkirinê de, wê nekariye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike yan jî bi rêya telefonê têkiliyê deyne.
 
Derbarê sedema binçavkirina Naznîn Hûseyînpûr û sûcdariyên li dijî wê de tu daxuyaniyek nehatiye dayîn û tu agahî nehatine parvekirin.
 
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Naznîn Hûseyînpûr jineke zewicî ye, dayika du zarokan e û li gundê Şînabad ê Pîranşarê dijî.