Xizmên Windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kir
- 14:24 22 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên Xizmên Windayan û ÎHD'ê ya ji bo aqûbeta windayan ku her hefteyê tê lidarxistin berdewam kir. Xizmên Windayan daxwaza darizandina kujeran kirin.
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên heftane ku daxwaza dîtina windayan, darizandin û girtina kujeran dikin, berdewam kirin.
Amed
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 915'emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Saît Acar ê ku di 20'ê Tebaxê 1994'an de li navçeya Bismilê a Amedê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs nîşan didin ve bi erebeyekê bê plaka hatiye ve hat binçevkirin û heta niha tu agahî jî ne hatiye girtin, hate pirsî.
Çalakiyêde kurê Mehmet Saît Aca, Îhsan Acar axivî. Îhsan Acar qala jiyana bavê xwe kir û wiha got: “Ger hewce bike bila konê şînê ya dawî ya me be lê tenê bila kujer werin dîtin.”
Piştre rêveberê şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yahya Polat çîroka Mehmet Salîm Acar xwend. Yahya Polat diyar kir ku malbat ji bo zanîna aqûbeta Mehmet Selîm Acar ku 20'ê Tebaxa 1994'an de hat windakirin, ji Serokkomariyê heta wezaretiya karê hundir, wezaretiya dadê û saziyên navneteweyî serlêdan kir û wiha got: “Li hemberî hemû zext û gefan malbatê dest ji lê pirsîna hiquqê berneda û serî li Dozgeriya Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.”
Her wiha Yahya Polat diyar kir ku malbat daxwaza lêprisîna bibandor dike û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Çend sal derbas bibe jî em ê ji bo Mehmet Salîm Acar û hemû windayan daxwaza edaletê bikin.”
Çalakiya xizmên windayan bi deqeyeke rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî ji bo ku aqûbeta windayan were zelalalkirin û bi daxwaza darizandina kujeran, di hefteya 751emîn de çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li dar xist.
Di çalakiyê de li aqûbeta Abdullah Tarim hate pirsîn. Abdûllah Tarim ê ku di Îlona 1994an de li Êlihê, dema ji mala xwe ya li Taxa Kulturê ber bi firinê ve diçû, li Kolana Aydin Aslanê bi darê zorê li wesayîteke spî hatibû siwarkirin û hatibû revandin.
Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Metin Nas daxuyanî xwend û diyar kir ku malbata Tarim bi salan e li benda edaletê ye û wiha got: “Bêdengîmayîn li hemberî sûcên dijî mirovahiyê û nepêkanîna daxwazên hiqûqê sûc e.”
Metîn Nas anî ziman ku ji malbatên ku bi salan e li benda edaletê ne re hîn jî bersivê nadin. Metîn Nas destnîşan kir ku heta aqûbeta windayan zelal bibe û edalet pêk werê wê berxwedana xwe bidomînin û wê parastina mafên miroan bêdeng nemînin.
Colemêrg
Çalakiya ji bo windayan li Colemêrgê jî berdewam kir. Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya, “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di hefteya 241emîn a çalakiyê de li kujerên Feysel Aslan yê ku 13'yê Tîrmeha sala 1994'an hatibû winda kirin hate pirsîn.
Di destpêka çalakiyê de daxuyaniya ÎHD'ê ji aliyê Hevserokê ÎHD'ê yê Colemergê Sîbel Çapraz ve hate xwendin. Çapraz ragihand ku ev 32 sal in kujerên Feysel Aslan nehatine dîtin û darizandin û wiha got: “Kujer diyar in, li ku ne?”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.







