Li Geverê bi girseyî serdana şînê tê kirin

  • 14:57 25 Tebax 2026
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullari, di serdana şînê ya li Geverê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, got: "Şehadeta wan zarokên ku îro li pêşberî me ne, ji bo vê dozê bû. Me tu carî nehîşt ku ew ala têkoşînê bikeve erdê û em ê heta dawiyê wê hilgirin."
 
Şîna ku li Salona Çalakiyan a Çayirê ya li navçeya Geverê  ya Colemêrgê, ji bo kesên ku di dem û li cihên cuda di nava têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane dewam dike. Ji saetên serê sibehê ve, bi hezaran kes ji hemû deverên Colemêrgê û bajarên cîran berê xwe dan cihê şînê.
 
'Gelê Kurd çok neda'
 
Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Onur Duşunmez, di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser wê yekê ku kesên jiyana xwe ji dest dane, berpirsiyariyên mezin li pey xwe hiştine. Onur Duşunmez, bi taybetî bal kişand ser têkoşîna mezin a ku li Geverê hatiye meşandin û got: "Me yên herî hêja û baş diyarî vê têkoşînê kirin. Li vir, em careke din soz didin wan: em ê vê têkoşînê heta dilopa dawî ya xwînê ya di damarên me de bidomînin. Bi salan hewl dan ku bi rêya vî şerî me neçarî çokdanînê bikin, lê gelê Kurd çok neda."
 
'Kes nikare Kurdan înkar bike'
 
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglullari, bi bîr xist ku kesên li çar parçeyên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane tên bibîranîn û got: "Sersaxiyê ji gelê Kurd re dixwazim. Ew li ser vê axê şehîd ketin da ku gelê Kurd bikaribe bi serbilindî bijî. Yên ku şehîd ketin, tevlî têkoşîna gelê Kurd bûn – gelê ku bi sedsalan hatiye paşguhkirin."
 
Tülay Hatimoğullari bi gotina "Ew şehîdên hemû gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn in" axaftina xwe wiha domand: "Em dixwazin ev têkoşîn bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bibe. Em dixwazin windakirina jiyanê bi dawî bibe; em dixwazin şer û pevçûn rawestin. Tiştên ku dayik tînin ziman, tam ew bangewazî ye ku Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de ji Îmraliyê kiribû. Êşa ku îro li vir tê jiyîn, di dilê hemû gelên ku parêzvanên dadmendî û hemwelatiya wekhev in û di dilê her kesê ku ji bo jiyana bi aştiyê têdikoşe de, birîneke kûr vekiriye. Me tu carî nehîşt ku ew ala têkoşînê bikeve erdê û em ê heta dawiyê wê hilgirin."
 
Tulay Hatîmogullari û endamên partiyê yên pê re, ji bo pêşkêşkirina sersaxiyê serdana malbatan kirin.
 
Piştre, ciwanên ji Geverê û Dayikên Aştiyê gihîştin qada kombûnê û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" meşiyan.