Kesên tevli bîranînê bûn: Em bi saya wan li vir in
- 17:22 27 Tebax 2026
- Rojane
MÊRDÎN - Kesên ku beşdarî bîranîna li Nisêbînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bûn serbilindiya xwe ya li hember şehîdan anîn ziman û diyar kirin ku ew hebûna xwe ya li vir deyndarê wan in.
Serdanên girseyî yên ji bo bîranîna li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku ji bo kesên di dem û li cihên cuda di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin berdewam dikin.
Beşdaran serbilindiya xwe ya li hember şehîdan anîn ziman û bal kişandin ser pêwîstiya pêkanîna aştiyê di zûtirîn demê de. Herwiha ev peyam dan: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa wan bin."







